Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakî dewam dikin

Zexta dewleta Îranê ya li ser xwepêşandêran, jinan û rojnamevanan zêde dibe. Hejmara kesên ku cezayê îdamê li wan hatiye birîn zêde bûne. Li gel vê yekê jî çalakî dewam dikin.

Li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên şermezarkirinê bi rê û rêbazên cuda dewam dikin.

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê doh gelek xwepêşandêr çûn Çiyayê Awyarê û nerazîbûn nîşanî cezayên îdamê dan.

Saziya Dadgeriyê ya Îranê doh cezayê îdamê li 3 çalakgerên li bajarê Newşehir ê li bakurê Îranê birî.

Heta niha li 112 xwepêşandêran cezayê îdamê hatiye birîn. Cezayê îdamê yê 4 kesan jî hatiye înfazkirin.

Li gel birîna cezayê giran, pêla girtinê jî dewam dike. Doh li bajarên Ciwanro, Dîwandere û Sineyê gelek xwepêşandêr hatin destgîrkirin.

Ev her sê bajarên li Rojhilatê Kurdistanê navenda bingehîn a xwepêşandanên şermezarkirinê ye ku 4 meh in dewam dike. Bi taybetî li kolanên Ciwanro gelek leşker hatin bicihikrin.

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji dema destpêkirina raperîna 'Jin, Jiyan, Azadî' û vir ve 74 rojnamevan hatin girtin. Rojnamevan di nava şert û mercên giran de têne girtin.