‘Li Îmraliyê rejîma êşkenceyê tê pêkanîn’

Koordînasyona Şopandina Girtîgehên Anatoliya Navîn a li Wanê daxuyanî da, diyar kir ku li Îmralî rejîma êşkenceyê serwere, destnîşan kirin ku tavilê divê daxwazên girtiyan bên bicih anîn.

Komîsyona Şopandina Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn têkildarî tecrîd û greva birçîbûnê li navenda Giştî ya SES’ê civîna çapameniyê lidar xist û encama serdana li girtîgehan eşkere kir.

Endamên ÇHD, OHD û ÎHD’ê yên şaxên Enqereyê beşdarî civînê bûn.  

Parêzer Omer Farûk Yazmaci li ser navê Komîsyonê axivî û diyar kir ku greva birçîbûnê li 107 girtîgehan berdewam dike.

Yazmaci anî ziman ku tecrîd û qedexeya hevdîtinê ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve carek din ketiye dewrê û got: “Ev rewş li dijî Prensîbên Mndela yên Neteweyên Yekbûyî ye. Li dijî pêşniyazên CPT û Qanûna Înfazê ya Hejmara 5275’an e. Divê Wezareta Dadê li tavilê dawî li vê sepana neyasayî ye bîne. Pêwîste malbat û parêzer li tavilê biçin hevdîtinê. Pandemiyê jî ji tecrîdê re kirin hêcet. Di bin navê pandemiyê de hemû mafên girtiyan hatine desteserkirin û girtî tên tecrîdkirin. Li girtîgehan şert û mercên nepaqij di dewrê de ne. Êşkence û nêzîkatiya dij mirovî jî li dijî girtiyan tê sepandin. Ev sepan li gorî yasayên hundirîn û navnetewî sûc in. Lazim e demildest dawî li sepanan were û yên sûc dikin bixin ber lêpirsînan. Em bang li Wezareta Dadê û hemû berpirsiyaran dikin ku wezîfeya xwe pêk bînin û demildest dawî li tecrîdê û binpêkirinên mafên girtiyan bînin.”