Li Îlamê mayin teqiya: Kesekî jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû
Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, ji ber teqîna mayina ji şerê Iraq-Îranê mayî, kesekî jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû.
Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, ji ber teqîna mayina ji şerê Iraq-Îranê mayî, kesekî jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû.
Bûyer doh li navçeya Mêhranê ya parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê qewimî.
Hate ragihandin ku ji ber teqîna mayinê kesekî jiyana xwe ji dest daye û yek jî bi giranî birîndar bûye.
Mayinên ji şerê 8 salan ê navbera Îran û Iraqê mane, li Rojhilatê Kurdistanê salane dibe sedema mirina bi dehan mirovên Kurd.