Li Îdirê derba giran li 'Tîmên taybet ên Tirk' hate xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku roja 29'ê Mijdarê li Îdirê derbeke giran li 'Tîmên taybet ên Tirk' hatiye xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku roja 29'ê Mijdarê li Îdirê derbeke giran li 'Tîmên taybet ên Tirk' hatiye xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Îdir, Mêrdîn û Colemêrgê hatin kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:
LI ÎDIRÊ HERÎ KÊM 9 LEŞKER HATIN KUŞTIN
"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de, hêzên me roja 29'ê Mijdarê saet di 14:30 de li navçeya Başan a Îdirê li dijî wesayiteke bi tîpa transît a ku polîsên tîmên taybet tê de bûn, li cihekî navbera qereqolên Şilê û Kozîlî çalakî pêk anîn. Di encama lêdana derbên giran de wesayita transît îmha bû. Bi qasî ku hat tespîtkirin 8 tîmên taybet ên dijmin hatin kuştin, lê hejmara kuştiyan zêdetir e. Hêzên me di heman demê de li çeperên dijmin ên li girê Kozîlî û tankekê jî xistin. Di vê çalakiyê de ku derb li tankê ket, leşkerekî dijmin hat kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi wesayitên zirxî ji herêmê rakir.
ÇALAKIYA LI MÊRDÎNÊ
Roja 28'ê Mijdarê saet di 08:30 de, li nêzî gundê Şêx Mehmûd ê li navçeya Mehsert a Mêrdînê, hêzên me yên gerîla bi yekîneyeke artêşa TC a dagirker hesiyan û dor lê girtin. Hêzên me bi derbên xurt li yekîneya dijmin dan. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên vê yekîneya dijmin nehat zelalkirin.
Demeke kin piştî vî şerî, cerdevanên gundê Mermarayê gule li hêzên me reşandin û ji bo demeke kin şer derket. Di vî şerî de jî hejmara mirî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin. Yekîneya me bi rengekî serketî vegeriya qadên xwe.
2 LEŞKER LI ŞEMZÎNANÊ HATIN KUŞTIN
Roja 29'ê Mijdarê, kepçeyek li pêşiya nîzamiya girê Ronayî yê li herêma Adilbeg a navçeya Şemzînan a Colemêrgê bû, bû hedefa hêzên me. Bi derba li cih, kepçe hat îmhakirin û bi qasî hat tespîtkirin 2 leşkerên dijmin hatin kuştin."