Li Îdir û Edeneyê deng veşartî tên hejmartin

Li Îdirê li paş deriyan deng tên hejmartin û li Edeneyê jî muşahîd ji polan hatin derxistin.

Li Îdirê piştî dengdayîn bi dawî bû polîs ketin Lîseya Anadolû ya Nene Hatûn û ÎMKB Anadolu ya li Taxa Ozgurê û bi zorê gel derxistin ji derve. Polîs bi wesayîtên zirxî ketin baxçeyê dibistanê û daxwaz kirin ku bi veşartî deng werin hejmartin. Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîb Eksîk nerazîbûn nîşan da û di navbera HDP’yî û Midûrê Emniyetê Huseyîn Golluce de gengeşe çêbû. Eksîk û parêzerên pê re xwestin bikevin dibistanê lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û ji dibistanê hatin derxistin.

Li sindoqa Hejmar 1071 a Lîseya Ataturk a Îdir ya Taxa Karagaç beriya ku seat 16:00’an ku ji aliyê serokê YSK’ê ve hatibû diyarkirin, zabitnameyên encaman hatin îmzekirin. Li ser vê parêzeran îtiraz kirin û mudaxele kirin.

Li aliyê din 61 girtiyên li Girtîgeha Îdirê dengê xwe dan.

EDENE

Li Edeneyê piştî ku seat 17:00’an dengdayîn bi dawî bû hejmartina dengan dest pê kir. Li dibistanên taxên navçeya Seyhanê ku piranî Kurd lê dijîn di dema karên hejmartina dengan de polîs hatin erkdarkirin. Muşahîdên erkdar ên li Dibistana Seretayî ya Ahmet Bûcak û Dibistana Seretayî ya Barbaros di dema hejmartina dengan de ji aliyê polîsan ve ji polan hatin derxistin. Piştî derketina muşahîdan hejmartina dengan rawestiya. Piştî ku polîsan muşahîd derxistin hejmartina dengan dewam kir.