Li Îdir û Çelê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li navçeya Başan a Îdirê û navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakî pêk anîn. Di encamê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyên gerîla yên li Îdir û Colemêrgê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê dewam dike, di 24'ê Kanûnê saet di 18:00 de li navçeya Başan a Îdirê hêzên me li leşkerên li qereqola Axurî xistin. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de di 24'ê Kanûnê de saet di 14:30'î de li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Di çalakiyê de li çeper û stargehên dijmin hate xistin, lê hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin."