Li Êlihê walîtiyê şahiya aştiyê qedexe kir

Platforma Demokrasiyê ya Êlihê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xwest şahiyekê li dar bixe. Şahî ji aliyê walîtiyê hate qedexekirin.

Platforma Demokrasiyê ya Êlihê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xwest li ser Rêya Gulistanê şahiyekê li dar bixe. Walî şahî qedexe kir. Ji ber qedekirinê pêkhateyên platformê li pêş Avahiya bajêr a HDP’ê daxuyaniya çapemeniyê da.

Hevserokê Şaxa SES’ê ya Êlihê Denîz Topkan diyar kir ku wan serî li walîtiyê dabûn lê dîsa jî destûr nehatiye dayîn ku ew çalakiyên xwe li dar bixin.

Hevseroka Bajêr a Êlihê Îkram Îrgî jî daxuyaniya hevpar xwend. Îrgî qedexekirina şahiyê şermezar kir û diyar kir ku hemû kesên xwedîwijdan divê li dijî şer bin û dev ji têkoşîna demokrasiyê bernedin.

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê jî xwestibû li pêş avahiya xwe ya komeleyê daxuyaniyê bide, lê walîtiyê ew jî qedexe kiribû.