Li Êlihê adresên ku fûhûşê bi zarokan lê didin kirin!

Li Êlihê, adresên ku bi zarokê li van deveran fûhûşê bi zarokan didin kirin, eşkere dibin.

Şîlan Ozhan a ji rojnameya Şûjin, çend ji adresên li Êlihê ku li van deran bi zorû fûhûşê bi zarokan didin kirin, nivîsand.

Fûhûşa li Êlihê li zarokan tê kirin, piştî îfadeya G. a 14 salî ku îstîsmara zayendî lê hate kirin derkete holê û agahiyên berfireh ên li ser vê yekê eşkere dibin. Li gorî nûçeya rojnameya Şûjin a 12'ê Gulanê, xwediyê kûaforiya G. beriya çend mehan lê dixebitî Yildiz Ç. ji aliyê zayendî ve G. îstîsmar kir û xist nava fûhûşê. Piştî ku zarok ducanî bû, ev hovîtî derkete holê.

G. a 14 salî, ku ji ber êşa zikê xwe çû nexweşxaneyê, li vir pê hesiya ku ducanî bûye. Piştre li dozgeriyê îfade da û tiştên bi serê wê ve hatî, vegot. Lêpirsîna li ser mijarê di 15'e Nîsana 2017'an de hat destpêkirin û biryara nepenîtiyê de barê dosyayê de hate dayîn. Bi îfadeya G. a tê parastin re derket holê, ku li Êlihê çeteyek heye û bi heman e bi dehan zarok xistine nava fûhûşê. Her wiha bi sedan mêr jî kiryarên vê hovîtiyê ne.

YÊN NEHATINE TEŞHÎSKIRIN HENE

G. di îfadeya xwe de got, ew dixistin xew, her carê li cihekî cuda hişyar bûye û gelek mêran ew îstîsmar kirine.

Hat ragihandin, ji ber ku hê gelek kesên zaroka navborî teşhîs nekirine hene, ji ber vê yekê biryara nepenîtiya dosya lêpirsînê hatiye dayîn û tenê yên hatine teşhîskirin hatine girtin.

YÊN HATINE GIRTIN

Di çarçoveya îfadeya 17'ê Nîsana 2017'an a G. û beyanên şahidan de, Yildiz Ç., dikandar Şakir A., keya û karsaz Abdulkadîr T. ê nêzî AKP'ê û kesê bi navê Heves ku zarok xistiye nava fûhûşê, ji aliyê Dadgeha 2. a Ceza ya Sûlhê ya Êlihê ve hatin girtin û ew şandin girtîgehê.

NAVNÎŞAN

Li Êlihê, gelek zarok xistin nava fûhûşê ku ji van a herî mezin 17 salî ye. Li nava cihên ku fûhûş lê dane kirin, gelek kafe û mal hene. Hat hînbûn, kûaforiya Yildiz Ç. ku ev fûhûş organîze dikir, li Meydana Ataturk a Êlihê ye.

Hat tespîtkirin ku yek ji van kafeyan jî 'Oky... Kafe' ye û li kolana Diyarbakir e. Hat hînbûn, li dehan kafeyan zarok ber bi fûhûşê ve hatine dehfdan. Malek li nêzî Nexweşxaneya Herêmê ya Êlihê, bi taybetî ji bo organîzekirina fûhûşê hatiye girtin. Tê gotin, gelek kûafor jî ji bo vê organîzeyê hatine bikaranîn.

GELO ÇETEYA NARKOTÎKÊ JÎ DI DEWRÊ DE YE?

Ev çete bi giranî berê xwe dide zarokên keç ên li taxên Petrol, Cûdî, Baglar û Bayindirlikê, ku bi giranî malbatên welatparêz lê ne. Tê gotin, têkiliya vê çeteyê bi çeteya narkotîkê re heye û ev çete zarokan hînî narkotîkê dike û bi vî rengî bi xwe ve girê dide.

Her wiha tê îdîakirin, ku Yildiz Ç. ê zarok xiste nava fûhûşê gotiye, jineke bi navê M.D. ev yek bi wî daye kirin. Tê gotin, M.D. li taxa Petrolê dimîne û kurê wî jî serê çeteya narkotîkê ya li Êlihê ye.

Hat ragihandin, Yildiz Ç. dîmenê zarokên keç girtiye û bi vî rengî gef lê xwariye. Li gorî agahiyan kurekî Yildiz Ç. çawişê pispor e, yek jî polîsekî li daîreya şerê taybet e.

MALBAT BI FIKAR Û BI HÊRS IN

Şêniyên li van taxan dijîn, bi bihîstina vê bûyerê re kete nava tis û fikaran. Malbat êdî bi tirs e ku zarokên xwe bişînin dibistanan jî û dixwazin bûyer tavilê bê çareserkirin. Piraniya zarokên li bajêr dijîn, hê haya wan ji vê yekê nîne.

Gelek îdîa der barê bûyerê de tê kirin. Ji van îdîayan a herî mezin ew e, gelek kesên li bajêr tên askirin, bi rêya kefaletê hatine berdan. Tê gotin, hin ji mêrên gumanbar bi kefaletê hatine berdan. Hin jê jî bi rêya bertîlê hewl didin xwe xilas bikin. Tê gotin, ev kesên navborî dikandar, karsaz û payebilindên nêzî AKP'ê ne.