Li Çiyayê Şengalê meşa 3'ê Tebaxê

Şêniyên Şengalê ji bo qurbaniyên Qirkirina 3'ê Tebaxa 2014'an bi bîr bînin, di salvegera çaremîn a qirkirinê de meşiyan.

Bi wesîleya salvegera çaremîn a êrîşên qirkirinê ku weke "Fermana Şengalê" tên binavkirin, şeva Pêncşemê meşeke bi meşaleyan hate organîzekirin. Meş bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) pêk hat û ji herêma Amûdê heta herêma Serdeştê dewam kir.

Ciwanên ku alên YBŞ û YJŞ'ê hildan bi saetan meşiyan û dirûşma "Bijî berxwedana Şengalê" qîriyan.

Sibeha Înê jî bi sedan kes li ber avahiya Şaredariyê ya li herêma Serdeştê li hev civiyan û ber bi avahiya Meclîsa Şengalê ya Xweseriya Demokratîk meşiyan. Li vê derê niha mîtîng tê lidarxistin.

Parlamentera Êlihê ya HDP'yî Feleknas Ûca û heyetên Xiristiyan, Asûrî, Keldanî tevlî mîtîngê bûne. Tê payin ku Meclîsa Giştî ya Şengalê bê ragihandin.