Li Çewligê erd hejiya

Li Çewligê bi 4.1 pileyî erd hejiya.

Li Çewligê bi 4.1 pileyî erd hejiya. Li gorî agahiyên destpêkê ji ber erdhejê tiştek bi kesî nehatiye, zerareke madî çênebûye.

Serokatiya Daîreya Erdhejê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku erdhej li nêzî gundê Alîbîrê yê ser bi navenda Çewligê saet di 11.48'an de pêk hatiye.

Erdhej bi 7.62 kîlometreyî li binê erdê pêk hat.

Rasatxaneya Kandîlî ya Zanîngeha Bogazîçî û Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê jî diyar kirin ku mezinahiya erdhejê 3.9 pile ye û li gundê Çûkûrcayê pêk hatiye.