Li Çemçoyê leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin

Li qada Çemçoyê di çalakiya hêzên gerîla de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin. Li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê jî droneyek hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê ev agahî parve kir:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

8'ê Çileyê saet di 16:10'an de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li nêzî qada Çemçoyê xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

8'ê Çileyê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran derb li dagirkeran xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

8'ê Çileyê saet di navbera 11:00 û 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê drone geriyan. Tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê droneyek anîn xwarê û îmha kirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

8'ê Çileyê qadên Şehîd Şerîf û Ava Lolanê yên Xakurkê û Qada Girê Biharê 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

8'ê Çileyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li Girê Cûdî, Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan a li Xakurkê û yên li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."