Li Çelê û Geverê 1 jê yarbay, 2 jê berbaz 44 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku li Çelê û Geverê di çalakiyên gerîla de 1 jê yarbay, 2 jê berbaz bi giştî 44 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Li dijî operasyonên dagirkeriyê yên artêşa TC, hêzên me yên gerîla li navçeyên Çelê û Gever ên Colemêrgê, bi çalakiyên xurt derbên giran li dijmin dan. Di nava du rojên dawî de bi qasî ku hate tespîtkirin, 1 jê yarbay û 2 jê berbaz bi giştî 44 leşker hatin kuştin. Agahiyên berfireh ên li ser şer û çalakiyan wiha ye:

Operasyona artêşa TC a dagirker a ji navçeya Çelê ya Colemêrgê roja 16'ê Cotmehê ber bi herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin, dewam dike. Di vê operasyona ji bo dagirkeriyê tê kirin de, di navbera hêzên me yên gerîla û hêzên dijmin de şerekî dijwar diqewime. Detayên şerê 2 rojên dawî ku gelek kuştiyên dijmin çêbûn, wiha ne:

Roja 19'ê Cotmehê, artêşa TC a dagirker bi piştgiriya balafirên keşfê yên bê mirov, bi balafirên şer, tank û obusan bombe li qada Xeregolê barand. 20'ê Cotmehê saet di 00:40 de, bi helîkopterên bi tîpa Kobra bmbe li herêmê barand û bi helîkopterê bi tîpa Skorsky jî hewl da leşkeran li herêm Xeregolê deyne. Hêzên me lê dan û di encamê de helîkopterên Skosky neçar man xwe vekişînin.

2 yekîneyên dijmin hewl dan ji bejahî ve xwe bigihînin vê herêmê. Hêzên me ji nêz ve li her du yekîneyên dijmin dan. Ji yekîneyên dijmin 9 leşker hatin kuştin. Wekî din, yekîneyeke din a hewl dida xwe bigihîne ser gir, bû hedefa h3ezên me û li vir jî 2 leşker hatin kuştin.

Heman rojê saet di 02:30 de, hêzên dagirker bi balafirên şer bombe li girê Şehîd Sîdar barandin û careke din hewl dan xwe bigihînin ser girê Xeregolê. Heta saet 06:00 di navbera hêzên me û yekîneyên dijmin de şerekî giran qewimî. Saet di 05:50 de, hêzên me ji 2 baskan ve ji cihekî nêz li yekîneyeke dijmin xistin. Di vî şerê sîng bi sîng de 14 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Di heman wextê de, komek ji leşkerên dijmin ku hewl dida bigihêje ser gir, bû hedefa gerîlayên me. Di vê çalakiyê de 6 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Hêzên me, danê sibehê derbên xurt li yekîneyên dijmin ên hewl didan derkevin ser gir, xistin. Li vir leşkerekî dijmin hate kuştin.

Arteşa TC a dagirker, roja 20'ê Cotmehê saet di 08:00 de gundê Zêr, girê Şehîd Sîdar û qada Xeregolê bi balafirên şer bombe kir. Şerê navbera hêzên me û leşkerên dijmin bi dijwarî dewam dike.

ÇALAKIYÊN LI DIJÎ LEŞKERÊN LI HERÊMA BARZANÎ DERKETIN OPERASYONÊ

Operasyona artêşa TC a dagirker, ku roja 27'ê Îlonê ji bo dagirkirina herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin, dewam dike. Hêzên me li hemberî yekîneyên operasyonê çalakiyên berfireh li darxistin. Di vê çarçoveyê de;

19'ê Cotmehê saet di 06:00 de, hêzên me li leşkerên dijmin ên li ser girê Bayrakê xistin. Di vê çalakiya ku ji nêz ve hate kirin de, çepereke dijmin hate rûxandin û bi qasî hate tespîtkirin 4 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Heman rojê saet di 06:20 de, hêzên me li hemberî yekîneya dijmin a li girê Şehîd Mûnzûr ku li herêma Adilbegê ye û operasyona Barzanê koordîne dikir, çalakî pêk anîn. Ji nêz ve li çeperên dijmin hate xistin û di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi çekên giran li derdorê reşandin.

Wekî din, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, heman rojê saet di 17:00 de bombe li herêma Adilbegê barandin.

LI GEVERÊ 1 JÊ YARBAY, 2 JÊ BERBAZ HERÎ KÊM 44 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me li navçeyên Gever û Çelê yên Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî pêk anîn.

Roja 19'ê Cotmehê saet di 09:00 de, li ser bingeha agahiyên îstîxbaratî yên hatin bidestxistin, li hemberî wesayiteke sivîl a ji navçeya Gever a Colemêrgê diçû bajarokê Bajêrganê, ku tê de fermandarên tabûra Esendereyê yarbayek, 2 berbaz û 2 leşker hebûn, li nêzî gundê Çilikê ji aliyê hêzên me ve çalakiyeke sabotajê hate kirin. Di çalakiyê de derbeke giran li wesayitê ket. Di heman kêliyê de gerîlayên me bi çekên roketavêj ên RPG-7 li wesayitê dan. Di encamê de wesayit bi temamî îmha bû û hemû leşkerên tê de hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker, piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî bi ambûlans û helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakir û piştre li Tepê Abbas, Tepê gundê Basan û Tepê gundê Şişemzî dest bi operasyonê kir.

Heman rojê saet di 23:00 de, hêzên me li hemberî girê ewlekariyê yê qereqola Şuwê ya li bajarokê Bajêrganê çalakî pêk anîn. Ji du baskan ve li çeperên dijmin hate xistin, lê li ser hejmara kuştî û birîndarên leşkeran agahiyeke zelal bi dest neket.

20'ê Cotmehê saet di 06:45'an, li dijî yekîneya dijmin a li Qela Perîxanê ya li Geverê çalakiya sûîqestê hate kirin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Hêzên me roja 19'ê Cotmehê saet di 09:00 de li leşkerên dijmin ên li girê Şehîd Rojerya yê li herêma girê Koordîne xistin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate tespîtkirin.

OPERASYONA LI BAGOKÊ BI RENGEKÎ BINKETÎ QEDIYA

Di navbera leşkerên artêşa TC a dagirker ku 18'ê Cotmehê li herêma Bagokê ya Mêrdînê derket operasyonê û gerîlayên me de şer derket. Şer demeke dirêj dewam kir. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ne hat zelalkirin. Piştî şer, hêzên dagirker li herêmê dest bi operasyonekê kir. Operasyon roja 19'ê Cotmehê bi rengekî binketî qediya. Yekîneyên me yên gerîla yên tevlî vî şerî bûn, bi serketî vegeriyan baregehên xwe."