Li Çelê û Şemzînanê çalakî û şer: Gelek leşker mirin

Gerîlayên HPG’ê vê sibehê li dijî artêşa Tirk a li Girê Merganûsê ya Çelê çalakî li dar xistin. 7 leşker hatin kuştin.

Hat diyarkirin ku  li Şemzînanê ji ber teqandina teqemeniya di eraziyê de hatibû bicihkirin, hin leşker mirine.

Gerîlayên HPG û YJA-Starê vê sibehê di saet 05.00’an de li dijî artêşa Tirk a li Girê Merganûsê ya Şemzînanê çalakiyek li dar xistin. Li gorî çavkaniyên ji herêmê di vê çalakiyê de heta niha 7 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

Duh jî li dijî Girê Koordîneyê yê li Çelê bi hawanan çalakiyek hate lidarxistin. Hat diyarkirin ku gelek hawan li gir ketine lê têkildarî mirî û birîndaran tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

LI ŞEMZÎNANÊ TEQEMENIYÊN DI ERAZIYÊ DE HATIN TEQANDIN

Ji aliyê din ve jî li Şemzînanê leşkerên ku derketibûn operasyonê di nav teqemeniyan de man, ên ku berê li eraziyê hatibûn bicihkirin. Hat diyarkirin ku ji ber teqemeniyê gelek leşker hatine kuştin û gelek jê jî birîndar bûne.