Li Çelê û Şemzînanê çalakî, li Silopiyayê operasyon

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser operasyonên artêşa Tirk û çalakiyên gerîla daxuyaniyek weşand.

Di daxuayniyê de li ser çalakiyên li Şemzînan û Çelê û operasyona li Silopiyayê ev agahî hatin dayîn:

SILOPIYA

"Artêşa TC di 5'ê Gulanê de bi desteka cerdevan û kontrayan li qada Bêspin a navçeya Silopiya ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Di heman rojê de hêzên me li Girê Jehrê dor li yekîneyeke dijmin girtin û danê êvarê saet di 18:30 de çalakiyek pêk anîn. Leşkerek li vir hate kuştin, yek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê, artêşa TC obus û hawan avêt herêmê. Operasyon di wê rojê de qediya; yekîneyên veşartî yên dijmin li herêmê bi cih bûn.

Li mintiqeya Bênavya ya herêma Cûdî ya Şirnexê, cerdevanên Gundikê Melê û Sêgirkê daran dibirin.

ÇELÊ

6'ê Gulanê saet di 14:00 de, hêzên me bi hawanan li girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemergê dan. Di encama vê çalakiyê de radarek li ser gir îmha bû. Hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin.

ŞEMZÎNAN

5'ê Gulanê saet di 07:20 de, li dijî leşkerên li nîzamiyeya Çemêkurkê yê li herêma Şemzînan a Colemêrgê hêzên me çalakiyeke sekvaniyê pêk anîn. Encama vê çalakiyê nehat zelalkirin."