Li Çarçellayê çalakiya sabotajê: 8 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku hêzên gerîla li herêma Çarçella ya Geverê li leşkerên Tirk dane û di encama çalakiya sabotajê de herî kêm 8 leşker mirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê û Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya navendê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan;

5'ê Îlonê saet 07:10'an hêzên me li herêma Bradostê ya Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkanê çalakiyek pêk anîn. Ji du baskan ve derbên xurt li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin herêmê.

Êvara 4'ê Îlonê, artêşa TC a dagirker li herêma Çarçella ya navçeya Gever a Colemêrgê êrîşeke giran a hewayî bir ser girê Çarçelê. Artêşa TC a dagirker piştî bomberdûmanê bi helîkopterên bi tîpa Skorsy leşkerên xwe danî herêmê. Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de sibeha 5'ê Îlonê li dijî leşkerên derketin operasyonê çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de 8 leşkerên dijmin hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirkerp iştî çalakiyê termên leşkerên xwe û leşkerên birîndar bi gelek helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir. Hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê û medya wan, bi rê û rêbazên şerê taybet hewl dan derbên ku artêşa TC li Çarçellayê xwarin binixumînin. Di her daxuyaniyê de hejmareke gelekî mezin qala windahiyên gerîla kirin û welê nîşan dan ku serketî ne. Artêşa Tirk ku gelek kuştî da, bi rêbazên şerê taybet hejmara kuştiyên xwe ji civakê vedişêre.

Hêzên me roja 4'ê Îlonê saet 13'an li dijî leşkerên li ser girê Xeregolê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin qada Şehîd Rustem. Piştî bomberdûman agir bi herêmê ket û şewat hîn jî dewam dike."