Li 42 gundan derketina derve hate qedexekirin

Li 42 gundên Farqîn, Hezro, Karaz, Pasûr û Licê derketina derve hate qedexekirin.

Dewleta Tirk a ku li Amedê amadekariya operasyona leşkerî dike li 42 gundên Farqîn, Hezro, Karaz, Pasûr û Licê ji saet 05.00'an ve derketina derve qedexe kir.

Gundên ku qedexe lê hatine ragihandin:

Li navçeya Licê Nenyas, Kerwes, Licok, Zengê, Mişrif, Antax, Bamitnê, Sinê, Beşişt, Gir, Hazmaz, Helbikin, Banaderan, Darakol, Harag, Koçeran, Merdinya û gundê Sernis, li navçeya Pasûrê gundên Zîlek, Kûrikan, Qemika, Temira, Maladinarê, Mîlika, Temrana Sexir, Şawişa, Godernê û gundê Barinê, li navçeya Hezroyê gundên Qenderhel, Helhel, Şikefta, Zoxbirim, Şêxan û Eyîndar, li navçeya Farqînê gundên Şêlima, Cûmatê, Fişatê û Berbûş, li navçeya Karazê jî Benê, Mehmediyan, Tepecûk û Rasileynê.