Li 4 bajaran daxuyanî: Demildest divê biçin Imraliyê

Di daxuyaniyên çapemeniyê de yên derbarê şewata li Imraliyê hate gotin,''Demildest divê biçin Imraliyê''.

Li ser şewata li Imraliyê li gelek  bajaran daxuyaniya çapemeniyê hate dayin. Li Amed, Riha, Mêrdînê û Wanê hate gotin demildest divê parêzer û malbata biçine Imraliyê.

AMED
Rêxistina Bajêr a Amedê ya HDP'ê, KCD'ê, TJA, DBP, MEBYA-DER, MED TUHAD-FED derbarê şewata duh a li Imraliyê daxuyaniya çapeniyê dan. 

Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Wekîla HDP'ê ya Amedê Dersim Dag ve hate xwendin. Dag got, ''Heta niha baş an jî xirab ti bersivek nedana daxwaza hevdîtinê ya malbat û parêzeran'' û got, heta ku parêzer û malbat bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê nekin wê  ti daxuyanî wan qanih neke û heta ku hevdîtn nebe daxuyaniyên hikûmetê ne bes in.

Dag bang li Wezareta Dadê ya Tirk kir û got divê demildest bersivê bidin daxwaza hevdîtinê ya parêzer û malbatan a yasayî û hiqûqî û bihêlin ku hevdîtinê bikin.

Dag her wiha bang li gelê Kurd, civaka demokratîk a netewî û navnetewî, rêxistinên girseyî kir ku bihistyar bin.

RIHA

Di daxuyaniya çapemeniyê de ya li Rihayê, ku ji hêla Rêxistina Bajêr a HDP'ê ve hate kiri, wekîlê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan axivî. Ocalan got,''Heke li Rojhilata Navîn em ê behsa aştiyê bikin rêya vê aştiyê ji Imraliyê derbas dibe.  Parêzer û malbatên birêz Ocalan û girtiyên din demildest divê hev bibînin.''

WAN
Li Wanê jî TUHAY-DER'ê (Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan û Cezaxwariyan re) daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di daxuyaniya çameniyê de nûnerên HDP'ê, DBP'ê, ÎHD'ê, Med-Tuhay-Fedê û aktivîstên TJA'yê hazir bûn. Rêveberê TUHAY-DER'ê Suat Meşe daxuyanî da û got, ''Mafê ku didine girtiyên li Tirkiyê divê ji bo Rêzdar Ocalan jî werin naskirin.''

MÊRDÎN

Her wiha li avahiya partiyê ya Rêxistina Bajêr a HDP'ê ya Mêrdînê jî daxuyaniya çapemeniyê hate dayin. Di daxuyaniyê de gelek partîzan hazir bûn. Daxuyanî Hevserokê Bajêr Salih Kuday da.
Kuday got, ''Divê aniha malbat û parêzer bikaribin biçin Imraliyê. Hem li ser rewşa tendiristiyê ya Rêzdar Ocalan û hem jî li ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên din divê demildest daxuyanî were dayin.''