Li 21 kesî 148 sal û 3 meh ceza hate birîn

Li Mêrdînê ji doza 50 siyasetmedarên ku ku di nav de hevşaredarên Qoser û Artûklû yên 2016’an ji kar hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatin danîn ku di bin navê ‘Doza KCK’ê’ de dihatin darezandin li 21 siyasetmedarî 148 sal û 3 meh ceza hate birîn.

Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê di sala 2009'an de di bin navê "KCK"ê de derbarê 50 siyasetmedarên kurd lêpirsînek dabû detspêkirin. Piştî lêpirsînê sala 2014'an di derbarê her 50 kesî de doz hat vekirin. Îro danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mêrdînê pêk hat. Di danişîanê de bê ku parêzer ne jî kesên tên darizandin beşdarbûn de li 21 siyasetmedarî bi giştî 148 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Dadgehê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" li Abdulazîz Bîlgîn, Gulten Yildiz, Mehmet Dogan, Adîl Başaran, Alî Ozkan û Abdullah Akîkol 8 sal; li Cemal Veske, Emîne Damar, Kemal Kaçmaz, Ridvan Tarhan, Sadat Îlek, Sadiye Aslan, Selahattîn Aydogdû, Şukran Koyûncû, Atiye Aydin û Bedîî Îçen û li Hevşaredara Artûklûyê ya berê Sevînç Bozanê 6 sal û 3 meh; li Hevşaredara Qoserê ya berê Leyla Salman û Orhan Ablak û Tarik Acay 7 sal û 6 meh û li Mehmet Tarhan jî 9 sal ceza birî.

Her wiha dadgehê derbarê Mehmet Nezîr Akaalp, Naîme Akin, Ronayî Avci, Tahîr Cebe, Veysî Parildi, Ayhan Dogan, Ayşe Şîmdî, Ceylan Yalçin, Gulcîhan Gultekîn û Huznî Agirman de biryara beraatê da û derbarê Abdulcabbar Sûn û Feyza Aksoy û Mehmet Reşît Kaplan de jî ji ber ku dibe dosyayên wan ên din jî hebin û biryara da ku encama dosyeya wan heta diyar bibe da sekinandin. Dadgehê derbarê dosyeya Mehmet Remzî Tanrikûlû, Orhan Gumuş, Ayşe Toprak û Davût Yarici de jî biryara veqetandina dosyeya wan da û derbarê dosyeya Şeyh Davût Arkadaş û Tahîr Adal de jî biryara tefrîkkirina dosyeya wan da.