Li 11 gundên Amedê derketina derve hate qedexekirin
Li 11 gundên Licê, Karaz û Hezro yên Amedê derketina derve hate qedexekirin.
Li 11 gundên Licê, Karaz û Hezro yên Amedê derketina derve hate qedexekirin.
Bi hinceta operasyona leşkerî li hin gundên navçeyên Licê, Karaz û Hezro yên Amedê derketina derve hate qedexekirin. Qedexeyê saet di 05:00 de dest pê kir û heta fermaneke duyemîn wê bidome.
Walîtiya Tirk a li Amedê diyar kir, ku li gundê Kayacik, Ortaç, Yalaza, Baglan, Çavundur, Dolunay û Kabakaya yên Lîcê, Çitlibahçe, Sarierik û Ormankaya yên Hezroyê û Boyunlu yê Karazê derketina derve hatiye qedexekirin.