Leyla Guven 'doktorê dewletê' yê hat mala wê red kir!
Parlamentera HDP'ê Leyla Guven ku li mala xwe ya li Amedê di greva birçîbûnê de ye, 'doktorekî dewletê' ku hat mala wê û jê re got ku dixwaze wê tedawî bike, red kir.
Parlamentera HDP'ê Leyla Guven ku li mala xwe ya li Amedê di greva birçîbûnê de ye, 'doktorekî dewletê' ku hat mala wê û jê re got ku dixwaze wê tedawî bike, red kir.
Li gorî agahiyên hatin wergirtin, doktorek serê sibehê li deriyê mala Leyla Guven xist.
Wî kesî got, "Ew ji aliyê Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr a Amedê ve hatiye wezîfedarkirin."
Doktor belgeyek nîşan da ku li gorî wê belgeyê, ji bo kontrola rûtîn a Guven hatiye wezîfedarkirin. Guven daxwaza doktor a ji bo kontrolê red kir.
Hate ragihandin, bi doktore amûrên pîvandina tansiyonê, rêjeya şekir û mêzîn hebû.