Leşkerên Tirk sivîlek qetil kirin

Artêşa Tirk a li navçeya Stewrê ya Mêrdînê li operasyonê bû, gule li wesayîtek sivîl reşand. Di encam de kesekî jiyana xwe ji dest da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de got; “25’ê Kanûnê artêşa TC li bejahiya gundê Şutê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê dest bi operasyonekê kir. Leşkerên ku di vê operasyonê de zext li gel dikirin, gule li wesayîtek sivîl reşandin û welatiyek qetil kirin.  Di vê bûyerê de birîndar jî hene. Hewl tê dayîn ku bi zanebûn vê bûyerê bixin stûyê hêzên me.

Ev qetlîam bi destê leşkeran pêk hatiye.”