Leşkerên Tirk ji sînor derbas bûn, gerîla jî lê dan

Di navbera leşkerên Tirk ên hewl dan derbasî nava axa Başûrê Kurdistanê bibin û gerîlayên HPG'ê de şer derket.

Li gorî agahiyên gihîştine ber dest, artêşa Tirk li Girê Botî (Tepê Xwedê) yê li herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê, hewl da ji sînor derbas bibe. Hêzên gerîla bersiv dan û şer derket. Şerê li vê derê dewam dike.

Nûçegihanên ANF'ê yên li herêmê ragihandin, artêşa Tirk duh bi şev saet di 22:30 de bi helîkopterên Kobra û Skorsky leşkerên xwe danî Girê Botî (Tepê Xwedê) yê li herêma Barzanî ya Başûrê Kurdistanê, ku ev herêm li aliyê bajarokê Rûbarok ê Şemzînanê ye.

Hêzên gerîla yê li vê herêmê jî bersiv dan leşkerên Tirk û şer derket. Tê gotin, şerê dijwar ê li vê derê dewam dike. Liv û tevgera hewayî jî didome.

Wekî din, balafirên şer ên Tirk duh êvarê bombe li gelek cihên herêma Zagrosê barandin.

HPG'ê hê li ser mijarê daxuyanî nedaye.