Leşkerên Tirk êrîşî parêzerê ku bi muwekîlê xwe re Kurdî axivî, kirin

Endamê OHD’ê Ahmet Atiş di dema binçavkirinê de bi muwekîlên xwe re bi Kurdî axivî, lewma fermandarê qereqolê û leşkeran êrîşî wî kir.

Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ahmet Atiş ji ber ku bi muwekîlên xwe yên di bin çavan de re bi Kurdî axivî, ji hêla fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Herêma Pîşesaziyê ya Organîze û 4-5 leşkeran ve hate derbkirin û heqaret lê hate kirin. Karkerên Ozak Tekstîlê ku li dijî zext, gef û avêtina ji kar 12 roj in li ber xwe didin, di roja 10’emîn a çalakiyê anku di 6’ê kanûnê de ji hêla cendirmeyan ve hatin derbkirin û binçavkirin. Atiş jî ji bo muwekîlên xwe yên binçavkirî çû Qereqola Cendirmeyan a Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Rihayê. Piştî karê îfadegirtinê, bi muwekîlên xwe re bi Kurdî axivî. Li ser vê yekê hêzên ewlekariyê yên li odeya bi navê “karên îdarî” ji Atiş û muwekîlên wî re gotin; “Em bi Kurdî fêm nakin, bi Tirkî biaxivin” û bertek nîşan dan.

Atiş jî got ku hevdîtina wî ya bi muwekîlên wî re li gorî mewzûatên qanûnî ye û ji hêla kesê digot fermandarê qereqolê ye û 4-5 leşkerên bikamuflaj ve hate derbkirin. Di heman demê de heqaret lê hatin kirin. Êrîşkaran çêr li Atiş kirin û gotin; “Here tu li ku gilî dikî bike.’ Bûyer, li pêş çavên muwekîl û hempîşeyên Atiş qewimî.

Atiş, li gel hempîşeyên xwe derheqê bûyerê de girtek girt, piştre li Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligol a Rihayê rapora derbkirinê wergirt. Atiş, li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi sedema “Birîndarkirina biqesdî, heqaret û nehişt peywira xwe bike” giliyê êrîşkaran kir. Di serlêdanê de hat xwestin ku kamerayên nava qereqolê bên lêkolînkirin û kesên nasnameyên wan hatine tespîtkirin bên cezakirin.