Leşkerên Tirk ên dagirker kêlên gorên gerîla şikandin -NÛ BÛ

Li Çewlikê leşkerên Tirk ên gorên gerîlayên şehîd şikandin, bang li malbatan kirin û gotin: “werin kêlan paqij bikin.”

Êrîşên faşîst ên desthilata AKP-MHP’ê ya li dijî nirxên gelê Kurd dewam dike. Li gundê Karer a navçeya Îbrahîman a girêdayî navenda Çewlikê gora gerîla şikandin. Leşkerên Tirk ji bo rakirina kêlên goran jî bang li malbatê kiriye ku bên rakin.

Di 14’ê Nîsanê de bang li malbata gerîlaya MKP'ê Sevda Serînyel a li gundê Karer ku di sala 2017’an de şehîd bûbû kiribûn ku biçin qereqolê. Fermandarê qereqolê ji malbatê pirsa ‘kê kêlên gorê çêkiriye, we tev malbata bi hev re çêkiriye?’ piştre jî daxwaz ji malbata Serînyel ku biçin kêlên goran bişkînin. Endamên malbatê yên qebûl nekirin, diyar kirin ku ti sûcek yê kêl çêkirinê nîne û şikandina gorê red kir.

Piştî bûyerê kêla gora Seva Serînyel a gerîlaya MKP'ê ya li ser ‘Ji bo bijîn me çiqas berdêl dan’ û ‘Mercan’ li ser hatibû nivîsîn ji aliyê leşkerên Tirk ve hate şikandin.

Piştî şikandina kêla Serînyel û şûnde leşker zextê dikin ku malbat wêneyê li ser kêlê jî rake. Ji bo êrîşeke din pêk neyê malbat li goristanê nobedê digire.

Her wiha li gundê Karer û derdorî wê ya navçeya Îbrahîman a navenda Çewlikê êrîşî gorên gerîlayên HPG’ê yên li 9 gundên Elewiyan kirin û gorên hinek kêlan şikandibûn. Leşkerên Tirk li malbatan digerin û dibêjin; ‘Biçin kêlên şikestî paqij bikin’