‘Leşkerê ku digotin ji zinaran de ketiye’, di çalakiyê de hatiye kuştin

Leşkerê bi navê Yûsûf Demîryurek ê ku dewleta Tirk digot ‘ji zinaran de ketiye’ derket holê ku di çalakiya gerîlayan de hatiye kuştin.

Roja 28’ê Mijdarê hêzên gerîla li dijî leşkerên ku li herêma ‘Şehîd Bager’ a nêzîkî tepeyê Koordîne yê girêdayî navçeya Çelê Colemergê bicih bûbûn, çalakiyek li dar xistin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ragihandibû ku di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û dewleta Tirk mirî û birîndarên xwe bi helîkoptera skorsky ji herêmê durxistibû.

Piştî çalakiyê rayedarên Tirk ragihanidbû ku leşkerê bi navê Yûsûf Demîryurek ‘ji zinaran de ketiye’. Wezîrê Karê Hundir Silêman Soylu bi xwe îdîaya kirîbû ku leşker bi qezayê jiyana xwe ji dest dabû.

Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan jî ji bo malbata Demîryurek peyama sersaxiyê şandibû û gotibû ‘bi qezayê’ jiyana xwe ji dest daye.

Derket holê ku leşker ne bi qezayê di çalakiya gerîlyayan de hatiye kuştin.