Leşkeran girtin ser gundê Bostanli yê Silopiyê

Leşkeran girtin ser gundê Bostanli yê Silopiya Şirnexê û li nava malan geriyan.

Gundê Bostanli yê Silopiya Şirnexê di nava hefteyekê de du caran leşkeran girte ser. Vê êvarê jî leşkeran girtin ser gund û elektrîka gund birîn. Leşkeran li nava mala Sabahattîn Bezer geriyan û Bezer ji ber ku ne li malê bû, nehate binçavkirin. Gund li ser sînorê Rojava ye û hefteyek berê leşkeran dîsa girtibûn ser gund û Ridvan Ekemen û Husnu Ekemen piştî binçavkirinê girtibûn.

Ji ber pêkutiyên li ser gund muxtarê berê yê gund Mehmet Efeltî, Şaban Ûzan, Hûlkî Nas, Emîn Îlîmen, Mûstafa Efeltî û gelek kesên ku navên wan nehatibû hînbûn, piştî binçavkirinê hatibûn girtin.