Lêkirina avahiyên sosret ên li Sûrê hate rawestandin

Fîrmaya KÎPTAŞ'ê ya nêzî AKP'ê, li ser xirbeyên xaniyên 6 taxên Sûrê yên hatin xerakirin, avahiyan lê dike. Ji ber nîqaş û nerazîbûna zêde, lêkirina van avahiyan hate rawestandin.

Li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglû, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaş ên navçeya Sûr a Amedê, ku bi hezaran xaniyên li van taxan tevî eşyayên tê de hatin şewitandin, piştî vê talanê hate ragihandin ku li taxên navborî yên ji aliyê hikumetê ve hatin xerakirin wê 44 avahiyên mînak ên ji kevrê bazalt ku mîmariya Amedê ye, bên çêkirin.

Li gorî peymana di navbera şîrketa KÎPTAŞ a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê de hate îmzekirin, plan hate kirin ku li ser erdekî ji 13 donimî 44 avahî bên lêkirin. Li gorî vê planê jî avahî wê 31'ê Kanûna 2017'an biqede.

Bi protokolê re, roja 4'ê Çileya 2017'an bi beşdariya Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Mehmet Ozhasekî, li Amedê merasîma danîna bingehê li Amedê hate lidarxistin. Wezîr Ozhasekî li vir axivî û got, "Em li vê derê projeya ji nû ve lêkirina xaniyên Diyarbakirê pêk tînin. Wê xaniyên kevneşop, klasîk ên Diyarbakirê derkevin holê."

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim jî bi dîmen bi rêya telefonê beşdarî merasîmê bû û diyar kir, ku proje wê îsal biqede û 60 mîlyon TL wê lê bê xerckirin.

Şîrketa KÎPTAŞ'ê ku îhaleya lêkirina avahiyên nû stand, piştre karê lêkirinê radestî fîrma taşeron a bi navê Şîrketa Lîmîted a Bazirganî û Pîşesaziyê ya Şêwirmendiyê ya Artim Înşaat Proje Emlakê kir.

AVAHIYÊN JI BETON HATIN LÊKIRIN

Ji avahiyên ku dihate îdîakirin wê bi kevirê bazalt li gorî mîmariya Amedê bên çêkirin, 6 jê îsal qediyan. Lê belê ev avahî li derveyî projeyê weke avahiyên ji beton hatin lêkirin. Zemîn û banê avahiyên hatin lêkirin, ji beton hatin çêkirin û li ser jî kevir hate bicihkirin. Rêxistinên civakî yên sivîl li dijî van avahiyên ku li mîmariya Sûrê nayên îtiraz kirin, lê belê Midûriyeta Bajêr a Hawirdor û Bajarvaniyê û Walîtiyê hemû îtiraz ji nedîtî ve hatin. Odeya Mîmaran jî xwestin avahiyên nû lêkolîn bike, lê destûr jê re nehat dayin.

ÎNŞAET HATE SEKINANDIN

Komeleya Mûsîkî û Tûrîzm Çandê ya Amedê (DÎKTÛM-DER) û Weqfa Alîkarî û Çandê ya Danasîna Amedê (DÎTAV) li Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ya li Enqereyê hevdîtin kirin. Odeya Mîmaran a Amedê jî gilî kir. Di encamê de navber ji lêkirina avahiyên navborî re hate dayin.

Bi îtirazan re înşaeta avahiyên li Sûrê dihatin çêkirin hatin rawestandin. Li gorî agahiyan wê li şûna avahiyê li mîmariya Amedê nayên, avahiyên nû werin çêkirin û ji bo vê jî pêşkêşî îhaleyê bê kirin.

TAX HÊ QEDEXEKIRÎ NE

Qedexeya ketin û derketina li taxên navborî, ku du sal berê di meha Kanûnê de li Sûrê hate ragihandin, 22 meh li pey xwe hişt. Li taxan, qedexeya derketina derve bi awayekî fermî dewam dike. Herêmên Sûrê yên hatine xeraikrin, lê li sivîlan qedexekirî ne. Pêşiya hemû taxên hatine xerakirin bi bendên ji beton hatine girtin. Nava taxan jî ji aliyê polîsan ve hatiye dagirkirin. Mirovên ku dixwazin bermahiyên xaniyên xwe bibînin, bi 279 TL cezayê pereyan tên cezakirin. Her wiha qedexe ye ku rojnamevan jî bikevin herêmê.