Lehiyê bandoreke giran li Rojhilatê Kurdistanê kir

Barana zêde bandoreke giran li gelemperiya Rojhilatê Kurdistanê dike. Li gelek bajaran lehî rabû, li Loristanê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Mîna li gelemperiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê jî felaketeke mezin a lehiyê rabû. Lehî li 31 ji 32 eyaletên Îranê rabû.

LI LORISTANÊ REWŞA AWARTE HATE RAGIHANDIN

Li eyaleta Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber lehiyê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran kes jî neçar man malên xwe biterikîne.

Ava çeman ji ber ku bilind bû gelek gund di nava avê de man. Tevî Mamulan û gundên li derdora wê gelek gund hatin valakirin. Rejîma Îranê li Loristanê ji ber lehiyê rewşa awarte ragihand.

LI ÛRMIYE, SINE, KIRMAŞAN Û ÎLAMÊ LEHÎ RABÛ

Li gelek herêmên Ûrmiyê pir hilweşiyan. Ji ber ku ava li bendavan zêde bû, ji neçarî devên bendavan hatin vekirin.

Li Sineyê ji ber berfê û baranê lehî rabû. Bendavên Qişlqa, Gawşan, Gulbax, Wehdat û Siyazaxê tijî bûn. Tê gotin eger barîna baranê bidome wê av di ser bendavan re bifûre.

Li navçeyên Kirmaşanê ji ber berfê lehî rabû. Li 30 gundên Riwanserê lehî rabû. 7 gund hatin valakirin û rêyên gelek navendan xitimîn.

Ava li Çemê Gammasyaw ê li rojhilatê Kirmaşanê bilind bû. Deşta Çemçemalê di nava avê de ma. Li taxên qiraxa çemên Qaresû, Aşûran, Çem Beşîrê ji ber lehiyê gelek mal di nava avê de man. Taxên Rawen û Ermenî yên Şabadê ku çend roj berê ji bo valakirinê hişyarî hatibû dayin di nava avê de man. Wekî din gundên Qesra Şîrîn, Zehaw û Serpêl ên Kirmaşanê di nava avê de man. Rêyên li herêma Hemeîlê yên navbera Îlam û Kirmaşanê hatin girtin.

Li Çemê Mahûte Awdana yê Îlamê û li Çemê Keşkan ê Sîrwanê av di ser re fûriya. Li Bedîrê ji ber lehiyê rê xera bûn. Li Eywanê ji ber ku ava Çemê Gengîrê bilind bû gelek zerar gihîşt derdorê. Ji ber ku ava Çemê Seymerê bilind bû zerar gihîşt gundên li derdorê.

BI DEHAN KESÎ JIYANA XWE JI DEST DAN

Ji ber berfa zêde ya li herêma Hemedanê ya Îranê, rêyên herêma Mile Esedabad ên navbera Esedabad û Hemedanê hatin girtin.

Hate ragihandin, hefteya derbasbûyî tenê li herêma Şîrazê 120 kesî ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî çavkaniyên ne fermî, ji 19'ê Adarê ve li gelemperiya Îranê zêdeyî 150 kesî jiyana xwe ji dest dane.