Lêgerîna wê ya Kurdistanê berê wê da çiya

Dayika Fermandara YJA-Starê Gamze Laçîn, Sevîm Saglam diyar kir ku keça wê Gamze li metropolên Tirkiyeyê mezin bûye, lê her tim lêgerîn û lêpirsîna wê ya Kurdistanê hebûye û ji ber wê jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Fermandara Yekîneyên Jinên Azad (YJA-Star) Gamze Laçîn (Ronahî Amara) her çiqas li metropolên Tirkiyeyê Kocaelî û Îzmîrê mezin bû be jî her tim bi çîrokên welêt û komkujiya Dersimê mezin bû. Komkujiya Dersimê û pirsgirêkên jinan bandor li ser wê dike û li Îzmîr û Kocaeliyê tev li xebatên ciwanên welatparêz dibe. Laçîn serî li hemberî tundiyên bavê xwe yên ku li dayika wê kiriye netewandiyê û hê di wan salan de li dijî tundiyê derdikeve. Laçîn a ku xeyala wê parastina mafê gelê Kurd bûye ji bo têkoşîna azadiya Kurdan di sala 2011’an de li Erziromê beşdarî refên gerîla bû. Laçîn di encama êrişên dewleta Tirk de di 18'ê Tebaxa 2022'an de li Başûrê Kurdistanê şehîd bû.

Dayika wê Sevîm Saglam der barê jiyana keça xwe de axivî û anî ziman ku keça wê hê biçûk bûye ketiye pey lêgerîna nasnameya xwe û ji wan re her tim gotiye, ‘ji min re qala Kurdistanê bikin’.

‘PIŞTÎ ZEWACÊ CEHENEMÊ DESTPÊ KIR’

Sevîm Saglam diyar kir ku ew ji Dersimê ne lê koçberî Mûşê bûne. Saglam bi lêv kir ku ew di 20 saliya xwe de hatiye zewicandin û wiha got: “Ez biçûk bûm, min nizanibû li dijî zewacê derkevim. Piştî zewacê ji bo min cehenemê destpê kir. Di sala 1992’an de jî keçika min Gamze hat dinyayê. Piştî ku Gamze bû 3 salî, ez rastî tundiyê hatim. Her roj tiştek dikir hincet û tundî li min dikir. Ji ber tundiyê pitikek min 6 mehî ji ber min çû. Gamze qet heqeret û tundiyê qebûl nedikir. Tundiyê bandorê li ser wê dikir. Piştre Welat hat dinyayê, piştî ku Welat hat dinyayê min têkiliya xwe û kesê pê re hatibûm zewicandin qedand.”

Saglam anî ziman ku ew bi saya Gamze ji tundiyê xelas bûye û wiha pêde çû: “Piştî ku Gamze bû 16 salî rojeke ji min re got dayê ez ê te ji wî bidim berdan. Ji min re got ew nikare heqaret û tundiyê li te bike. Tu ne koleya wî yî. Ez nikarim van heqeret û êşkenceyan qebûl bikim. Piştre derket pêşberî wî û got, ez ê piştî vê seatê dayika xwe ji te bidim berdan. Ez bi saya keça xwe hişmend bûm. Piştre em çûn Kocaeliyê. Gamze li wir dest bi dibistanê kir. Ez jî ji bo debara malê dixebitîm. Gamze pir cuda bû, dema diaxivî weke ku pir mezin e, yanî temenê wê biçûk bû lê aqilê wê pir mezin bû. Heke ez îro dijîm bi saya wê ye.”

‘JI MIN RE QALA KURDISTANÊ BIKE’

Saglam destnîşan kir ku keça wê Gamze her tim di nava lêgerîn û lêpirsînê de bû û wiha axivî: “Dema ji dibistanê dihat, li cem xalê xwe rûdinişt. Ji xalê xwe re digot ‘ji min re qala Kurdistanê bike, ji min re qala komkujiya Dersimê bike, ez dixwazim hîn bibim’. Pir tengasiyan dikişand ji ber ku li bajarekî faşîst dixwend. Lê tevî hemû tengasiyan jî serî neditewand. Jê re digotin, ‘tu Kurdî, tu Elewiyî tu nikarî li vir bixwîne, tu nikarî bikevî nava me’. Lê tevî vê yekê jî ji wan netirsiya dev ji dibistanê berneda. Dema ders tune bû jî dihat cem min û digot ‘dayê tu biçe malê ez ê li şûna te bixebitim’. Yanî tenê xwe nedifikirî, kesên li derdorê jî difikirî. Ji ber wê jî ji aliyê derdorê ve jî pir dihat hezkirin.”

HER TIM LI SER PIRSGIRÊKÊN LI WELAT HÛR DIBE

Saglam di dewama axaftina xwe de diyar kir ku keça wê di sala 2011’an de tevlî nava gerîla bû û wiha dewam kir: “Dema em li Îzmîrê bûn jî çend hevalên wê hebûn li ser pirsgirêkên jinan, siyasetê, Dersimê û welêt diaxivîn. Piştî ku em hatin Îzmîrê jî dest bi xebatên ciwanan kiribû. Piştî ku tevlî bû, min demeke dirêj qet ew nedît. Rojek di televîzyone de min dengê wê bihîst, dîmen tune bû min wê ji dengê wê nas kir. Pir hesteke cuda li ser min çêkir.”

‘HER TIM DI NAVA LÊGERÎNÊ DE BÛ’

Saglam destnîşan kir ku komkujiya Dersimê pir bandor li ser keça wê kiribû û wiha got: “Her tim di nava lêgerînê de bû, pir meraq dikir. Li ser komkujiya Dersime pirtûk dixwendin, ji me dipirsî. Pir li ser komkujiya Dersimê disekinî, bandor li ser kiribû. Dema 16 salî bû di nava lêgerîna nasnameya xwe de bû. Jin çiye, jinek çawa tê bindestkirin, çawa bi hêz dibe yanî her tim di vê lêpirsîne de bû. Yanî tundiya ku li min hatibû kirin pir bandor li ser wê kiribû. Lêpirsîna wê ya li ser nasnameya jinê min ji tundiyê rizgar kir.”

‘DIGOT EZ Ê MAFÊ GELÊ KURD BIPARÊZIM’

Saglam bi lêv kir ku keça wê Gamze bi helwesta xwe jî her tim weke jineke azad bû û axaftina xwe wiha domand: “Ew pir cuda bû. Tu car li xwe nedifikirî. Her tim digot ‘dayê ez ê bixwînim bibim parêzer û mafê gelê Kurd biparêzim’. Xeyala wê ev bû. Jinek pir jîr bû û qalkirina wê zehmet e. Gamze ji bo me roj bû, bêhn bû û azadî bû. Jineke azad bû bi helwesta xwe her tiştê xwe diyar dikir. Ez bi wê serbilind im. Pir dixwest biçe Dersimê. Her tim digot ‘ez ê rojekê biçim Dersimê’. Lê ji ber ku rewşa me ya aborî nebaş bû me nekarî wê bişîne. Lê nizanim piştî ku tevlibû, çû Dersimê neçû nizanim. Heftek berî şehedatê li ser dilê min digeriya û tengijînek ketibû nav dilê min. Welat rojeke ji min re got dayê were Amedê. Wisa got ez bêhtir tengijîm. Pişt re Welat hat malê got, êriş hene lê tiştekî diyar tune ye. Piştî gotina wî êdî min nizanibû ku ka çi bêjim. Yanî min her tim digot xwezî cara dawî be jî bibînim. Piştre xebera şehadeta wê ji me re hat.”

‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BERDEWAM BIKIN’

Saglam bal kişand ser êrişên dewletê li dijî Kurdan û axaftina xwe wiha qedand: “Em bi awayekî azad najîn. Em weke jin jî nizanin ku kengî wê çawa bên qetilkirin. Gelo wê bi vê kuştin û qetlîamên hovane çi bi dest bixin? Heta kengî… Rûmeteke şer jî heye, lê ya wan ne bi rûmetî ye. Li tu cihekî dinyayê tiştek wiha tune ye. Divê gel jî li dijî vî şerî derkeve. Li her derê em tên qetilkirin. Yanî çima, çima em bên qetilkirin. Divê em bibin yek, heke em nebin yek dê pir tişt bi serê me ve werin. Divê em bêdeng nemînin û li dijî şer rabin û têbikoşin. Em jî heta ku saxbin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em hene, tu kes jî nikare me înkar bike. Em Kurd in, elewîne tu kes jî nikare vê tune bihesibîne. Em jî vê yekê qebûl nakin. Ji bo em bikaribin bijîn divê em jî têbikoşin. Êşên me pirin lê ji bo axa xwe ji bo welatê xwe û ji bo êşên me zêde nebin divê ji bo jiyanê em li ber xwe bidin.”