Lêgerîna edaletê ya malbatên Roboskiyan didome

Malbatên Roboskiyê di hefteye 331’an a qetlîama Roboskiyê de lêgerîna edaletê berdewam kirin.

Malbatan bal kişand ku ne tenê ji bo mafê 34 xizmên xwe yên hatîn qetilkirin, hewil didin ji bo ji bûyerên aloz ên li welatek re bêjin ‘bisekine’ çalakî dikin.

Malbatên 34 welatiyên ku di encama bomberdûmana balafirên artêşa Tirk a 28’ê Kanûnê 2011’an li gundê Roboskî yê navçeya Qileban a Şirnexê jiyana xwe ji dest dayî de, di hefteya 331’an a çalakiya lêgerîna edaletê de li ser gorên zarokên xwe hatin cem hev.

Velî Encu li ser navê malbatên ku wêneyên zarokên xwe hilgirtî axivî.

Encu destnîşan kir ku ji bo hesap ji berpîrsan bê xwestin carekê jî dest jî berxwedana bi hefteyan a ku dane meşandin bernedane û got di dozên di derbarê qetlîamê de hatîn vekirin de berpirs tên parastin.

 Encu got: “Ev qêrîn ji bo kesên kuhêviya xwe ji mafên mirovan û edaletê qût nebûne re ye.”