Kûrtûlan: Yên ku aştiyê dixwazin divê li dijî tecrîdê têbikoşin

Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan got; “Faîlên Komploya Navnetewî îro sedema bûyerên li Rojhilata Navîn çêdibin û sedemên şerê cehennemê ye. Divê tecrîda li ser Ocalan bê şikandin.”

Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan û parlamenterên HDP’ê ji bo salvegera Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

‘HÊZÊN KOMPLOGER BERPIRSÊ ŞERÊ CHENNEMÊ NE’

Kûrtûlan wiha got; “Komploya Navnetewî ya ku 9’ê Cotmeha 1998’an destpêkirî di şexsê Rêzdar Abdullah Ocalan de serî de li dijî gelê Kurd û pêşeroja gelên Rojhilata Navîn e. Destpêka dîroka mudaxeleya mezin a pêşeroja gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e.”

Kûrtûlan bi domdarî wiha got; “Hêzên desthildatdar ku beriya sed salan sînorên Rojhilata Navîn diyar kirin piştî sedsalên din ji bo Rojhilata Navîn dîsan dîzayn bikin, êrîşî hemû bingeh û îdelojiyan dikin a ku ji bo gelan dibe hêvî. Têkoşîna hevpar a gelan û Yekîtiya Rojhilata Navîn a Demokratîk ya Rêzdar Ocalan jî bûye hedefa van êrîşan. Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêzdar Ocalan derbeyeke li dijî fikra têkoşîna azadiyê ye, ya ku ji gelên Rojhilata Navîn re bûyî îlham. Hêzên herêmî û navneteweyî yên di derketina Rêzdar Ocalan a ji Sûriyê de rol girtin niha jî li Sûriyeyê ne. Faîlên Komploya Navnetewî îro sedema şerê cehennemê yê li Rojhilata Navîn in.”

Kûrtûlan diyar kir ku Komploya Navnetewî heman demê xefkeke li dijî gelên Tirkiyeyê ye û tecrîd jî êrîşeke li dijî jiyana azad e.

Kurtulan bi domdarî wiha got; “Tevî ku tecrîd li dijî mafê mirovan û Peymana Mafê Mirovan a Ewropaye, biryara dawî ya CPT carek din dide nîşandan ku komploya li dijî Rêzdar Ocalan komployeke navnetewî ye. Tecrîda li Îmralî di rastiyê de li ser hemû civakê tê pêkanîn. Divê tecrîda li ser Ocalan demildest were rakirin.”

‘TECRÎD WERE ŞIKANDIN WÊ XELEKA FAŞÎZMÊ JÎ WÊ WERE ŞIKANDIN’

Kûrtûlan diyar kir ku şikandina tecrîda li Îmralî şikandina xeleka faşîzmê ya ku gelan dorpêç kiriye û wiha domand;”Em carek din Komploya 9’ê Cotmehê şermezar û lanet dikin. Têkoşîna ji bo azadiya Rêzdar Ocalan ji bo aşitî û biratiya gelên Tirkiyeyê ye. Ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan û azadiya Ocalan em bang li hemû aliyên aşitî û demokrasiyê, kesên xwedî wijdan û xwedî berpirsyar dikin ku bila bikevin nava hewldanan.”