Kurê Tosûn a HDP’î û nûçegihanê MA destgîrkirî ne

Nûçegihanê MA Omer Akin û Kurê Parlementera HDP’ê Remziye Tosûn Muhamemet Şiyar Tosûn hatin destgîrkirin.

MÊRDÎN

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Omer Akin dema geşedanên têkildarî destgîrkirina Hevşaredara Dêrika Mêrdînê Mulkiye Esmez dişopand, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hat zanîn ku Akin di çarçoveya lêpirsînek Dozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê wî de daye destpêkirin hatiye destgîrkirin.

Akin piştî kontrola tenduristiyê birin Dadgeha Dêrikê.

AMED

Kurê Parlementera HDP’ê Remziye Tosûn Muhamemet Şiyar Tosûn (18)  hate destgîrkirin. Tosûn ê li Amedê bi îdîaya ‘Tevlî bûyera êrîşa li ser polîsan bûye’ û ‘Şopên tiliyên wî li ser mandeyek teqemeniyê ya sala 2015’an hatibû destxistin heye’ hate sûcdarkirin, dema ku ji dibistana lê perwerdehî didît, ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin.

Şiyar Tosûn li Miduryeta Emniyetê ya Amedê tê ragirtin.