Kurdman: Ruhê xwişk-biratiyê li Bakurê Sûriyeyê afirî

Endama Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê Sozdar Kurdman got, "Berxwedana li Bakurê Sûriyeyê ruhê xwişk-biratiyê li nava gelên Sûriyeyê afirand."

Endama Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Sozdar Kurdman di derbarê Qetlîama Qamişlo de ku di 12’ê Adarê 2004’an de pêk hat, nirxandinên girîng kir û şehîdên komkujiya Qamişlo bi bîr anî û da zanîn ku Rejîma BAAS’ê bi vê komkujiyê xwest gelê Kurd û Ereb li hemberê hev bide şerkirin û ev nirxandin kir:

"Ew komkujiya ku li Qamişlo pêk hat, ew siyaseteke ne bi çend rojan çêbû. Ev qetlîmekî bi plan bû, ji aliyê rejîma Baas ve amadekariya wî hatibû kirin, mirov dikare bêje ku ji ber ew siyaseta Baas a Sûriye û Iraqê wek siyaseteke hevpar a înkar û îmhayê dihat meşandin. Di 2003’an de bi rûxandina rejîma Sedam ve Baasên ku di Sûriyê de bûn derbasê Iraqê bûn. Di wê demê de van hiştin hem vê siyasetê li ser Kurdan bikin û hem jî ew hêzên Ereb bi hêz bikin, wek eşîre ku li ser sînor Iraqê û Suriyê hebûn taybet ew xeta Dêre Zor û Bûkemol heta Reqayê beşekî girêdayê Baasê hate kirin. Ev kes jî hemû Ereb in, bi mûnasebeta footbolê 2 taxim li Qamişlo anîn gel hev. Ev planê rejîma Baasê bû, xwestin bi rêya footbolê di navbera gelê Ereb û Kurdan de fitnekî çêbikin gelan berê hevbidin. Navê van taxima Cîhat û Futo bû, taxima Futo bi xwe taximakî ji Dêre Zorê bû, bi xwe Dêre Zor temsîl dikir. Dêre Zor jî wê demê piranî nêzê siyaseta Baasê bû. Cîhad jî hema piranî lîstikvanên Kurd tê de cih digirtin. Di hindir Qamişlo de mûsabaqayekî footbolê hate çêkirin. Ji bo provakasyonê Rejîma Baasê amadekarî kir û ev mûsabaqe wek firsend bi kar anî. Bi vê ve armac kirin ku 2004’an de Kurdan li Suriyê holê rabikin."

EW KOMKUJIYA LI QAMIŞLO KOMKUJIYEKE BI PLAN BÛ

Kurdman bal kişande ser sedema pêkanîna komkujiyê û got: "Ji ber ku ew komploya navnetewî ya li ser Rêbertî hatibû kirin, piştî vê komployê êdî dixwestin dest biavêjin gelê Kurd, di wir de qetlîamekê çêbikin, êdî carekî din Kurdên Rojava dengê xwe dernexînin. Ji bo vê jî dema maçê de rejîmê gelek kes bi dar, çaqo û çek amade kiribû. Lê ew Kurdên ku çûbûn wê maçê tu amadekariyekî wan tinebû. Wê demê Kurdên me di xefletê de bûn. Gelê Kurd ji bo aşitiyê çû wê maçê, tu amadekariyeke wan armanceke wan a cûda nebû. Ger ku armanceke wan ê şer heba wê Kurdan jî wê amadekariya xwe bikira. Di Qetlîama Qamişloyê de bi dehan însanên medenî şehîd ketin, di nav wan de zarok jî gelek kes birîndar bûn. Li ber vê qetlîamê Kurdên Rojava 12’ê Adarê li Qamişlo, 14’ê Adarê li Kobanê, 15’ê Adarê jî Afrînê rabûn ser piyan. Di encamê van serhildan de tu saziyekî dewletê di nav bajarê Kurdan de nema. Bi vê qetlîamê ve Rejîma Baasê xwest di navbera gelê Ereb û Kurd de fitnê çêbike. Lê rejîm di vê pilana xwe de serneket. Lê hîn jî dixwazin di nav gelan de fitnê derxînin, dijminatiya gelan çêbikin."

LI EFRÎNÊ DIXWAZIN HEMAN ARMANCÊ PÊK BÎNIN

Sozdar Kurdman diyar kir ku rejîm Baas ji bo pêşî mafê rewa yê gelê Kurd bigire ev komkujî pêk anî û wiha dewamî da axaftina xwe: "Bi taybetî ev şerê ku niha li Rojava û Bakûrê Suriyê derketiye, bi vê dixwazin heman armancê ne tenê bi destê Rejîma Baas bi destê hêzên cûda cûda ve pêk bînin. Bi van polîtîkayên qirkirinê dixwazin pêşiya daxwazên Kurdan , ku dixwazin bi çanda xwe ve, bi zimanê xwe bijîn, xwe bi xwe rêve bibin, asteng bikin. Berê Rejîma Baas li hundir dixwest pêşiya van xwestekan bigre û mûdaxale dikir. Niha jî di derve de mûdaxale dike. Taybet jî morov vê polîtîkayê li Efrînê de dibîne. Niha ev 50 roj in li hemberê hişmendiya dagirker berxwedaniyekîe bêhempa heye. Li hemberî vê dagirkeriyê Rejîma Baas niha bêdeng e. Rejîma Baas li hemberê dagirkeriya hêzeke ku ji derve hatiye mûdaxaleyê axa wê dike, bêdeng e. Lê Baas ji bo qetlîam pêk bên xwe bêdeng kiriye. Lê gelê Efrînê bi jin, zarok, kal, pîr û şervanê xwe ve berxwedaniyeke bêhempa li hember dagirkeriya dewleta Tirk dide, çawa gelê Kurd Qetlîama Qamişlo bi berxwedaniya xwe ve pûç kir, wê polîtîkayên qirêj ê li ser Efrînê jî wê pûç bikin. Niha ew Erebên ku digotin bila Kurd bi zimanê Kurdî neaxivin li kêleka Kurda çek rakiriye, li hemberê dijminê ku li ser gelê Sûriyê de dixwazin di nav gela de fitnê derxînin, şer dikin."

GELÊ ROJAVAYÊ KURDISTANÊ Û SÛRIYEYÊ DIXWAZIN XWE BI RÊ VE BIBIN

Sozdar Kurdman bal kişand li ser ruhê berxwedaniya Bakurê Sûriyeyê û ev tişt got: "Niha ev berxwedana Bakurê Suriyeyê di nava gelê Suriyeyê de ruhê xwişk-biratiya gelan afirandiye. Rejîma Baas dixwaze di nav gelan de şer çêbike lê ew wek berê ne hêsan e. Niha hemû netew û bawerî yên wek Elewî, Êzîdî, Sinne, Xirîstiyan, Kurd, Ereb, Ermen, Çerkez, Suryan, Tirkmen, Durzî, di nav yekîtiyekî de dijîn. Berê ew Erebên li Reqa û Dêre Zorê li hemberî Kurda bi kar dianîn, îro li Dêre Zorê gelê Ereb û Kurd di heman êniyêde ji bo Reqa û Dêre Zorê şerdikin û bi sedan kes şehîd ketine. Xwîna ku ketiye nav hev, hiştiye ku hemû gel li ser heman erdê di nav hev de bi hevparî bijîn. Gelê Rojavayê Kurdistanê û hemû Sûriyê êdî dixwazin xwe bi xwe rêvebibin, bi îradeya xwe bijîn. Ji bo ew xeta faşîst, qirker, a ku di sala 2004’an de bi pêşengitiya Baasê derket holê em pûç bikin. Ez dubare şehîdên 12’ê Adarê û Efrînê bibîrtînim û dibêjim wê xeta Rêber Apo wê li hundirê Rojavayê Kurdistanê û Suriyê wê bibe xeta biratiya gelan û wê nehêle ku qetlîamekîe weke ya 2004’an pêk were."