'Kurd divê Qirkirina Dersimê li hişê xwe bikole û ti carî ji bîr neke'

Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku Qirkirina Dersimê ya beriya 83 salan ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin divê ji aliyê ti Kurdî ve neyê jibîrkirin û gel û pêşengên Kurdan ji bo hesabpirsîna ji dijmin timî biryardar bin.

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya salvegera 83'an a Terteleya Dersimê (Qirkirina Dersimê) daxuyaniyek weşand.

'ÊRIŞ JI BO JINAVBIRINA GELEKÎ HATE KIRIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Komkujiyeke dilsoj, tenkîleke wêranker bi serê Dersim û Dersimiyan hate anîn. 4'ê Gulana 1937'an bi biryara fermî ya dewlet û hukûmeta Tirk, êrîşeke mezin a leşkerî bi armanca jinavbirina xelkekî hate kirin."

KNK'ê diyar kir ku dewlet û hikumeta Tirk bi kîn û nefreteke tolhildanî, ji erd û esmanan êriş bir ser Dersimê û wiha dewam kir:

'KURD DIVÊ JENOSÎDA DERSIMÊ DI HIŞÊ XWE DE BIKOLIN Û TI CARÎ JI BÎR NEKIN'

"Bi deh hezaran Dersimî kuştin û bi deh hezaran jî bi darê zorê dane koçkirin û gelek kes jî bi rê ve telifandin. Qirkirineke, jenosîdeke fermî bi biryara dewlet û hukûmetê, bi belge hate kirin. Ji bilî komkujî, birîndarî û koçeke malwêranî, navê Dersimê jî bi qanûneke taybetî guhertin û kirin Tuncelî. Dilê Kurdan ji ber wê jenosîda mezin bi kul e û ti caran ji bîr nakin û divê ji bîr jî nekin. Kurd divê hem wê kiryarê hem jî kirdarên wê bûyerê ji bîr nekin, di hiş û bîrên xwe da adeta bikolin ku ti carî jê neçe."

KNK'ê qirkirina ku di 4'ê Gulanê de li Dersimê bi serê gelê Kurd de hate anîn, piştî 83 salan jî bi hemû hêza xwe û tundî şermezar û mehkûm kir.

'DI DOZA HESABPIRSÎNA JI DIJMIN DE BIRYARDAR BIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Berpirsiyarên dewlet û hukûmeta xwûnxwar çi dibêjin, polîtîka giştî çi encam bide ferq nake û ev hovîtîya li ser xelkê me hatiye kirin, rûpelekî reş ê dîroka bi xwîn ya dewlet û hukûmeta Tirk e. Di her bîranîna van rojên xembar û dilsoj da divê xelkê me, rêber, pêşeng û têkoşerên bizava neteweyî û welatî, hem hafizaya xwe ron û geş bigirin hem jî di doza hesabpirsîna ji dijmin de biryardar bin, têkoşîna xwe sist û lawaz nekin."

KNK'ê bi wesîleya salvegerê ev daxwaz kir:

"Divê roja 4'ê Gulanê weke roja bîranîna Terteleya Dersimê bê qebûlkirin.

Divê dewleta Tirk rastiya qirkirina Dersimê qebûl bike û hemî encamên wê tezmîn bike.

Divê cihê tirbên Seyid Riza û hevalên wî bêne eşkerekirin."