Kûrbûna li ser rêbaza şehîd Dr. Sîrwan garantiya serketinê ye -3

Bi giştî hevalan bi dîtina heval Dr. Sîrwan pir dilxweş û şad bûn. Ew coş û morala ku me di heval Dr. Sîrwan de dît têr dikir ku em bênavber bi salan têkoşîn bikin.

Rewşa Kurdistan û Iraqê ji ya Ewropayê pir cuda bû. Li Iraqê rejîma Baas havîna sala 1990’î dewleta biçûk a Kuweytê dagir kir. Seddam wisa hizir dikir ku Qraliyeta Kuweytê ji tirsa dîktatoriya Saddam wê bi hêsanî teslîm bibe û dest ji desthilatdariyê berde. Piştî şerê 8 salan ya ku rejîma Baas bi ruhê mezhebperestiya sunî û şovenîzma Erebî li dijî pergala kapîtalîst a cîhanê û dewletên Ereban da meşand, wisa xuya bû ku ji bo wê dagirkeriyê jî wê dengê xwe neke. Bi vê dagirkeriyê re dixwest ji alîkî ve hêza xwe zêde bike, ji aliyê din ve jî deynên xwe yên şer bi rehetî bide. Li aliyê din jî peyam û dirûşmên wê yên neteweperest û şovenîst dibin hêza dewlet–neteweyeke hegemonîk a Ereb, wêneyê Selahedîn û C. Ebdul Nasir û hwd... Dema şahê Kuweytê û malbata wî reviya Erebistana Siûdî, xeyalên Saddam û rejîma wî hemû jî ketin Kendava Erebî. Ji aliyê din ve sîstema sermayedariya cîhanî ya bi serkêşiya Emerîka û piştgiriya Ewropa û dewletên Erebî li dijî rejîma Sedam Husên hevpeymaniyeke navdewletî ragihand.

Ev rewş ji aliyê Rêber Apo ve bi berfirehî hatin analîzkirin û nirxandin û di rapora siyasî ya Kongreya Çaremîn a PKK’ê de cih girtin. Çaremîn kongreya PKK'ê di zivistana 1990'yan de li çiyayên Kurdistanê li Heftanînê pêk hat. Ji ber vê yekê kûrkirina rewşa nû kir ku beriya her kesî, kadroyên PKK’ê xwe ji vê qonaxê re amade bikin. Li ser vê bingehê, dema ku hevpeymaniya navdewletî di Sibata 1991’ê de êrişî rêjîma Sedam kir, pêşî ew ji Kuweytê derxist û piştre ew tengav kir. Ji ber ku jêrxana Iraqê wêran kir, ev yek bû sedemek mezin ku tirs li dilê Iraqiyan derkeve. Rejîma dîktator ku xwe wek pilingek ji bo giyanê civaka xwe nîşan dabû li hemberî hêzên derve ji roviyekî xiraptir bû, weke PDK’ê ya niha bû. Dema xelkê Başûrê Iraqê li Kuweytê rûxandina artêşa Iraqê û vegera hêzên şikestî ji Besrayê dîtin, xelkê Besrayê destpêkê li devera Şabaniyê dest bi xwepêşandan û raperînê kirin. Piştre xwepêşandan li Basra û Başûrê Iraqê bi taybet li heremên Şîa belav bûn.

Serhildana li Başûrê Iraqê jî hêz û bawerî da civaka Kurdistanê. Di encamê de di 5’ê Adara 1991’ê de xelkê Ranya û Çwarqurne yek bi yek dest bi serhildan û xwepêşandanan kirin û navçe û bajaran ji rêjîma Baas paqij kirin û gihîştin Kerkûkê. Partiyên Başûr roleke mezin di pêşengtî û komkirina civakê de nelîstin, ji ber ku Enfal û kîmyabaranên hovane çokên wan şikandibûn. Piraniya pêşmergeyan xwe radestî rejîma Baas kiribûn, yên din jî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ya asayî didomandin. Ger mînakek were dayîn, yek ji endamên damezrînerê Komeleya Rencderan, bi welatên Ewropayê re bazirganiya qumaşê dikir, ji ber vê yekê me dît ku piştî rizgarkirina gelek bajar û bajarokên komên çekdar ên partiyan jî ji bo beşdariyê dihatin tevlî serhildana gel dibûn.

Heval Dr. Sîrwan bi komek hevalên xwe re bi pêşengtiya kesayetiyê têkoşer û welatparêz Sadiq Omer ku yek ji milîsê şehîd Egîd(Mahsum Korkmaz) bû, beşdarî serhildana li heremên Zaxo û Duhokê bû. Ji ber vê yekê xelkê Badînan li derdora hevalan kombûn û heval jî xwe li Zaxo û Duhokê bi cî kirin. Piştre nîqaş kirin ku çawa dikarin civakê bi awayekî demokratîk bi rêve bibin.

Ji bo ku rewşa salên 1975 û 1988’an dûbare nebe, rêveberiya demokratîk a rasteqîn bi hêz û baweriyên xwe bêdestwerdana di nava civakê de xuya dike û xwe birêve dibe û rê li ber talankirina partiyên klasîk ên di bin navê  Bereya Kurdistanê de dikirin. Li ser vê bingehê Rêber Apo hem hevalên ji Başûr hem jî yên ji parçeyên din ku li Başur têdikoşiyan re destnîşan kiribû ku xwe bi rêxistin bikin. Piştî salek civîn û amadekarî, di destpêka Nîsana 1991’an de Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi kongreyekê hat ragihandin. Heval Dr. Sirwan wek Endamê Komîteya Navendî ya PAK’ê li Badînanê dest bi xebat û têkoşîna xwe kir.

PAK wek rêxistineke nûjen ku xwe li gor prensîb û pîvanên şoreşgerî avakiribû, di demeke kurt de li hemû bajar û bajarokên Zaxoyê heta Pênciwênê xwe da naskirin. Ji ber vê yekê di sala 1991’an de, yekser piştî serhildanê, bi sedan ciwanên başûr tevlî Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bûn, rêxistina PAK’ê jî koka xwe li Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê belav kir. Êdî gelê Başûr neçar nîne ku vegere ser partiyên klasîk ên ku di rêvebirina civakê de gelekî lewaz bûn an jî qet tûne bûn. Ji ber ku gel tenê di sala 1991’an de du caran hêzên klasîk ceribandibû. Ji aliyekî ve rola wan di serhildanê de lewaz bû, ji aliyê din ve jî di dema êrîşên dijber ên rejîma Baas de nekarîn cihekî biparêzin, berovajî bi xêra xelkê ew gihîştin sînorê Îran u Tirkiyê. Eger biryara Neteweyên Yekbûyî nebaya, zêdetirî du mîlyon kes koçber bûbûn li ser sînor bê ku hebûna wan bê parastin û bikaribin vegerin ser cîh û warên xwe. Ji ber wê jî pêwîstiya Başûrê Kurdistanê bi rêxistineke alternatîf hebû ku bi ziyaneke herî kêm ji van hêzan rizgar bibe.

Piştî ku Encumena Asayişa Navdewletî xeta 36 ji balafiran re qedexe kir, navçeyên rizgarkirî ji aliyê Bereya Kurdistanê ve hatin kontrolkirin. Di wê pêvajoyê de ji nişka ve ji bo hilbijartinan biryar hat girtin û komîsyon hatin avakirin. Di 19'ê Gulana 1992'an de yekemîn hilbijartin hat kirin. Ji ber ku PDK’ê û YNK’ê encamên hilbijartinê nepejirandin, ti hêzeke din bendava %7 derbas nekir. Ji ber vê yekê her du hêzên qaşo serketî encamên hilbijartinê dan hev û hikûmeteke pêncî bi pêncî ava kirin. Yekemîn Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Cewher Namiq Selîm endamê Mekteba Siyasî ya PDK’ê û yekem serokwezîr jî endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Dr. Fuad Mesûm bû. Tişta sosret ew e ku yekemîn biryara Parlamentoya Herêma Kurdistanê êrîşa ser Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû. 10’ê Nîsana 1992’an de hêzên PDK û YNK’ê ji Heftanîn heta Xakurkê êrîşî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kirin. Beriya êrîşê YNK’ê di payîza sala 1991’an de li Şeqlawa êrîşî komek gerîlayan kir û du gerîlayên bi navê Amed û Hawar şehîd xistin. Havîna sala 1992’an hêzên PDK’ê li navçeya Soranê hevalên bi navê Cengî Bekir Hîranî û Bunyad Derik ku endamên Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) ku li ser erka xwe bûn xistin kemînê û şehîd xistin. Derveyî van li herema Badînan gelek êrîşên din pêk hatin û mînakek din jî şehîdkirina Sadiq Omer e.

PDK’ê û YNK’ê li ser daxwaza Tirkiyê û bi destûra NATO’yê bêyî ku tu prensîbên netewî û demokratîk li ber çavan bigirin, êrîşî PKK’ê kirin. Li dijî exlaq û mejiyê mirovatiyê propagandayên pir xirap dikirin, tenê ji bo rewakirina kiryara dij-neteweyî ya ku bi fermana dagirker û dijminên gelê Kurd dihat kirin. Di şerê neheq ê sala 1992’an de ku bi navê şerê xiyanetê tê naskirin, heval Dr. Sîrwan li eniya Heftanînê bû. Heval dema dizanin ku hêzeke PDK’ê dixwaze êrîşî wan bike, weke her car xebatên xwe yên rojane dimeşandin. Heval wê hêzê pêşwazî kirin û wan ji hatina wan poşman kirin. Heval Dr. Sirwan çekdarekî dîl digire û vedigerîne baregeha wan a leşkerî. Beriya ku ku bigihîje hevalan, dixwaze alîkariya çekdarê êsîr bike, jê re avê bîne û pêdiviyên wî bi cih bîne. Di vê navberê de çekdarê dîl êrîşî çeka wî dike û gulleyan lê direşîne û heval Dr. Sîrwan bi giranî birîndar dike.

Tevî ku çekdarên PDK’ê hatine qada şer û çekdarek ji wan dîl hatiye girtin, dîsa jî heval Diktor wî çekdarî wek dijmin nabîne û dixwaze av û xwarinê jê re bîne. Ji ber ku dizane ku ew westiya ye. Dema heval Dr. Sîrwan di nivîseke xwe de bahsa vê bûyerê dike, dibêje, “ezmûna 1992… Karesateke bi vî rengî nabe dubare bibe.” Dema tu lê dinêrî tu rihê paqij û bi wîjdan ê heval Dr. Sîrwan dibîni. Her çiqas qurbanê vê karesatê ew bi xwe ye jî dibêje, nedibû karesateke bi vî rengî çêbûba. Naveroka gotarê rave dike û dibêje, “ji bilî dagirker û dijminan ti kesî ji vî şerî sûd wernegirtiye.” Paşê medyaya desthilatdar got, “PKK’ê riya Azuqa girtiye, niha jî medyaya PDK’ê dibêje, “PKK sedema hatina dewleta Tirkiyê ye, nexwe Tirk ne dijmin û dagirker in!!” 30 sal derbas bûye, lê zîhniyeta PDK’ê kêmek be jî nehatiye gûhertin belkî hîn xiraptir bûye. Eger ne ji tirsa civaka Kurd bûya, ev demek dirêj e wê PDK’ê ev şer gelek caran dûbare bikiriba.

Tişta baş ew bû ku şerê sala 1992’an pir dirêj nebû, lê nêzîkî hezar xort û jinên Kurd jiyana xwe ji dest dan, bêyî ku gelê Kurd sûd jê werbigire. Berovajî, ev bi kêra dewleta dagirker a Tirk hat, dijminatiya xwe ya li hemberî gelê Kurd kûrtir kir. Ji aliyê din ve jî li Bakur, bi taybetî li Botan û Badînan firsenda rizgarkirina Bakur çêbû.

Piştî dermankirinê Heval Doktor û hemû gerîlayên birîndar ji bo kampa Zelê hatin şandin. Kampa Zelê bi vê armancê hatibû avakirin ku gerîlayên PKK’ê ji sînorên Tirkiyê dûr bin û sînorên dewleta Tirk a dagirker bên parastin. Ji bo ku daxwaza dagirkeran were bicîhanîn, wê demê Osman, Ferhad ku berpirsiyarên biryargeha navendî ya Xakurkê bûn, li gel teslîmbûna hêzên noker, di heman demê de bi hemû mercên wan razî bûbûn û ketibûn hewaya dur li şer û têkoşînê ku desthilatdarên Başur vê weke lihevhatin bi nav dikirin. Osman bi îradeya xwe hevalên xwe yên birîndar û astengdar ji şoreşê derxist, jiyana xwe ya taybet bi rêxistin kir û xwest îspat bike ku şoreş bi dawî bûye. Ango kiryarên ku Osman di salên 2003-2004’an de di bin navên cuda de kir, di encam de li cem wî terikandina şoreş û têkoşînê bûbû rojeva sereke.

Piştî hat zanîn ku Osman hatiye girtin û birine lêpirsînê, heval Cemîl Bayik “Cuma” li şûna wî cih girt û êdî rola Osman di rêxistina PKK’ê de nema. Ji ber vê yekê di Çileya 1994’an de bi dehan balafirên şer 2 rojan baregeha leşkerî ya Zelê bombebaran kir. Di encamê de 7 gerîlla û gelek sivîl şehîd bûn û bi dehan sewal jî telef bûn. Ger berê tedbîr nehatibana girtin û heval belav nebûna, wê weke dewleta Tirk a dagirker digot bi sedan gerîla şehîd bibûna.

Min heval Dr. Sîrwan cara yekem li baregeha Zelê nas kir. Em komek xwendekar û hevalên rêxistina gel a Hewlêrê bûn, di nîvê salê de ji bo dîtina dewreya perwerdê hatibûn û bi wê armancê em çûn Zelê. Çûna me û bombebarana dijmin rastî heman wextî bû. Yek ji wan mamosteyên ku diviyabû ders bidana me heval Dr. Sîrwan bû. Ji ber ku heval di şert û mercên çiyayî de baş nedikarî bimeşe, em çûn cem heval Sîrwan ku li gundê Tûjala bû. Gund dû kîlometre dûrî Zelê bû.

Dema em çûn, heval Dr. Sîrwan li kampa PAK'ê bû û li wir di komîteya ragihandinê de cîh digirt. Li wir kovara Banga Serxwebûnê derdixist, di heman demê de gotar berhev dikir û dişand rojnameya welat. Bi dîtina wî em hemû matmayî man. Dersa heval Dr. Sîrwan li ser çawaniya birêxistinkirina girseyan ango têkoşîna Eniya Rizgariya Neteweya Kurdistanê (ERNK) bû. Li ser vê yekê rojekê bi me re axivî. Bi guhdarkirina heval Dr. Sîrwan, me li ser mijarê kur dikir. Her çiqas hê salek bi ser birîndarbûna wî re derbas bûbû jî, coş û morala ku di hevrê Doktor de hebû, di hevalên din de nedihat dîtin. Zêdeyî rojekê bi me re peyivî bêyî ku li rûpelek mêze bike yan rûyê xwe tirş bike. Her tiştê ku ji me re pêwîst bû, bi kêfek herî mezin, bi ruhek pir hêsan û awazek pir xweş vegot. Bi giştî hevalan bi dîtina heval Dr. Sîrwan pir dilxweş û şad bûn. Ew coş û morala ku me di heval Dr. Sîrwan de dît têr dikir ku em bênavber bi salan tekoşîn bikin.