'Kujerên Şehîd Şukru Serhed li ku ne?'

Komîteya Malbatên Şehîdên PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê ji bo şehîd Şukru Serhed li hev civiya.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Şukru Serhed (Yasîn Bûlût) 17'ê Îlona 2021'ê di êrişa dewleta Tirk de hatibû qetilkirin.

Tevî ku 57 roj di ser qetilkirina Şehîd Şukru Serhed re derbas bûne, kujer hîn jî nehatine dîtin. Belgeyên li ser eşkerekirina kujeran jî bi raya giştî re nehatin parvekirin.

Komîteya Malbatên Şehîdan ragihandibû ku heta kujer bên eşkerekirin wê her hefte li cihê ku Şukru Serhed hate qetilkirin çalakiyan bike.

Malbatên şehîdan û bi dehan kes li cihê ku Şukru Serhed hate qetilkirin li hev civiyan.

Li cihê bûyerê daxuyaniyek hate xwendin û hate gotin; "Şehîd Şukrî jiyana xwe ji bo azadiya Kurdistanê kir xelat. Ev 57 rojin bi ser şehîdxistina şehîd Şukrî re derbas dibin, lê heya niha derbarê kujeran de ti agahiyek nehatiye belavkirin. Ev êriş tê wateya wê ku her kesê ji bo azadiyê têbikoşe, jiyana wan di metirsiyê deye."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; "Em ji saziyên ewlekariyê, berpirs û rewşenbîrên herêmê dipirsin, ka kujerên şehîd Şukrî? Ji bo çi hûn belgeyan ji bo raya giştî eşkere nakin, ji bo çi xelkê Silêmaniyê bêdengin?"

Komîteya Malbatên Şehîdan ragihand ku ew ê heya kujerên şehîd Şukrî werin cezakirin, her hefte roja Înê çalakiya xwe dewam bikin.