Krîzê bandor li qurbaniyan jî kir

Sewalkarên li Wanê ji ber krîza aboriyê di Cejna Qurbanê de jî nekarîn heywanên xwe bifiroşin.

Hêviya sewalkaran Cejna Qurbanê bû, lê di vê cejnê de nekarîn qurbaniyên xwe bifiroşin.

Bajarê Wanê ku wextekê navenda sewalkariyê bû, hejmara heywanên tên xwedîkirin kêm bûye. Zozan û çêrgehên ku ji bo sewalkariyê gelekî girîng in, hema bêjin bi temamî hatine qedexekirin.

Îsal di Cejna Qurbanê de li gelek deverên Wanê bazara heywanan hate avakirin. Buhayê pez ji 900 heta 1500 lîreyî, yê dewêr jî ji 4 hezar heta 8 hezar lîreyî bû. Sewalkarên ku her sal li Wanê di Cejna Qurbanê de bi hezaran heywanên qurbanî difirotin, îsal nekarîn bi dilê xwe bifiroşin. Welatiyên herêmê ji ber krîza aboriyê û bêkariyê nekarîn qurbaniyan bikirin. Tevî ku sewalkaran buhayê qurbaniyan kêm kirin jî nekarîn bifiroşin.

Mûhîttîn Çîftçî diyar kir ku wî 30 heywan ji bo Cejna Qurbanê aniye navenda Wanê, lê tenê 12 ji wan firotiye. Çîftçî da xuyakirin ku krîza aboriyê bandor li sewalkaran û welatiyên bêkar kiriye û got, "Min salekê bi kedeke mezin heywanên xwe xwedî kir. Tevî ku min hewl da di Cejna Qurbanê de bi buhayekî kêm bifiroşim jî, 18 heb di destê min de man."

Sewalkarekî din jî anî ziman ku bi AKP'ê re van sê salên dawî bûye felaket û got, "Çandinî, sewalkarî û bazirganî qedandin. Welat xistin nava şer. Li dijî hemû Kurdan şer ragihandin. Bi dîtina min sedema herî mezin a krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê şerê li dijî Kurdan e. Ji ber van polîtîkayên AKP'ê neçar mam ku sewalkariya bi salane dikim, nema bikim. AKP ne alîgirê hilberîn û kedê ye."