Koordînasyona Krîzê: Divê li girtîgehan tavilê tevdîr bên girtin

Koordînasyona Krîzê ya Herêmê ya Covîd-19 diyar kir ku belavbûna vîrûsa korona li girtîgehan ne rewşeke ji rêzê ye û destnîşan kir ku divê tavilê tevdîr bên girtin.

Koordînasyona Krîzê ya Herêmê ya Covîd-19 têkildarî belavbûna vîrûsê li girtîgehan daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye: "Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul diyar kir ku li çar girtîgehên cuda 120 girtî û hikumxwar bi vîrûsa koronayê ketine. Her wiha Serdozgerê Komarê yê Konyayê Ramazan Solmaz diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa E ya Konyayê piştî ku nîşaneya vîrûsê bi hikumxwarekî re hate dîtin, li koxûşên pê ve têkildar test hate kirin û eşkere bû ku 55 hikumxwar û girtî bi vîrûsa koronayê ketine.

Ev hemû nîşaneyên metirsiyê ne. Belavbûna vîrûsê li girtîgehekê tenê li nava 55 mirovî rewşeke ji rêzê nîne. Li gorî agahiyên ji hevdîtinên malbatan hatin werigrtin, li dehan girtîgehan nîşenayên şewbê hene. Bi hezaran nexweş ji tirsa şewbê neçar dimînin ku tedawiya xwe taloq bikin. Nexweş ji tirsa şewbê nikarin biçin nexweşxaneyan. Ev yek bi tena serê xwe tê wateya hiştina girtî û hikumxwaran li nava lepên mirinê de.

Tevdîra bingehîn a li dijî şewbê xwevegirtina mirovan a ji hev e, lê belê li girtîgehan bi 3 qatî zêdetir mirov ji kapasîteya wan zêdetir tên hiştin. Piraniya van mirovan jî bi rengekî nehiquqî tên girtin. Mirina mirovên bêguneh li girtîgehên dewletê di berpirsyariya dewletê de ye."

Koordînasyonê bi bîr xist ku şewb bûyereke rastî ye, dema ku li mirovan digere dikuje û xwest tevdîrên rasteqîn, wekhev û lezgîn bên wergirtin.

3 GAVÊN BINGEHÎN ÊN DIVÊ BÊN AVÊTIN

Bi vê armancê ji bo tevdîran daxwaza avêtina van 3 gavên bingehîn hate kirin:

1- Girtiyên extiyar û nexweş tavilê bên berdan. Ya exlaqî, mirovî û hiqûqî ev e.

2- Heyetek ku MED TUHAD-FED, ÎHD, TTB, TBB jî di nav de karibe li girtîgehan bigerin û konktrolê bikin.

3- Bê îstîsna li girtîgehan hemûyan testa korona bê kirin û encamên wê bi raya giştî re bên parvekirin.