Koordînasyona Kantonan sersaxî ji gelê Rûsyayê re xwest

Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweser a Kantonên Rojavayê Kurdistanê, ji ber ketina balafira Rûsyayê sersaxî ji gelê Rûsya re xwest.

Balafira Rûsî ya bi tîpa Tu 154 pêr li Derya Reş ket. Di balafirê de endamên koma muzîkê û hejmarek ji rojnamevanên Rûs hebûn. Koordînasyona Giştî ya her sê Kantonên Rojava der barê vê mijarê de peyameke sersaxiyê ji serokê Rûsyayê Vladimir Putin û gelê Rûsya re şand.

Peyama sersaxiyê wiha ye:

"Serokê Rûsyayê rêzdar Vladîmîr Pûtîn, gelê Rûsyaye, em bi xemgînî pê hesiyan ku balafira endamên koma muzîkê û hejmarek ji rojnamevanan tê de bû, ketiye xwarê.

Em li ser vê bûyerê sersaxiyê ji serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û gelê Rûsyayê re dixwazin."