Koordînasyona Civaka Êzidî yên Ewropayê: Em xwedî li Şengalê derkevin

Koordînasyona Civaka Êzidî yên Ewropayê (KCÊE) diyar kir ku divê ew xwedî li Şengalê derkevin û berxwedana li Şengalê bi tenê nehêlin.

Koordînasyona Civaka Êzidî yên Ewropayê (KCÊE) ji bo piştgiriya berxwedana li Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCÊE’yê de ev tişt hate diyarkirin:

“Li dijî peymana di navbera Hewlêr, Bexd, Enqereyê ku bi armanca jiholêrakirina civaka Êzîdî û Êzdayetiyê hatî îmzakirin, civaka Êzîdî li her derê berxwedana ji bo parastina rûmet û kerameta xwe didomîne. Bi taybetî jî li Şengalê berxwedan bi hemû cureyî tê meşandin. Di çarçoveya vê berxwedana rûmetê de, çalakiya nobetgirtinê ji bo xwedîderketin û parastina Asayîşa Êzîdxanê ya li navenda Şengalê, 100 roj li pey xwe hişt û bi biryardarî didome.

Herî dawî îro MXDŞ’ê di civînek awarte de, helwest û êrişên hikûmetên Bexda-Hewlêr û rejima faşîst ya Tirk nirxandin û bang li tevahiya civaka Êzîdî, Kurdistaniyan û mirovahiyê kir. MXDŞ’ê bal kişand ser siyaseta qirker ku li hemberî civaka Êzîdî di meriyetê de ye û dan zanîn ku tevî hemû hewldanên wan yên ji bona çareseriya pirsgirêkan jî, Bexda û Hewlêr ji ya xwe nayên xwar, ti gavên xêrê ber bi civaka Êzîdî ve navêjin û berxwedana Şengaliyan ya ji bona parastina deskeftiyên piştî Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ji nedîtî ve tên.

Em bang li tevahiya gelê Kurd û Kurdistaniyan dikin ku, konsepta qirkirin û tunekirina Kurd û Kurdistanê, ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ya bi pêşengiya dîktator Erdogan û bi piştgiriya hevkarên wî di meriyetê de ye, bidin sekinandin û têk bibin. Rêya pêşîgirtina konsepta tinekirina Kurd û Kurdistanê, di Şengalê de derbas dibe. Eger em bikaribin Şengalê, civaka Êzîdî û Êzdayetiyê ji qirkirin û tinekirinê biparêzin, em ê bikaribin tevahiya Kurd û Kurdistanê ji qirkirinê biparêzin. Bê çawa faşîzma dewleta Tirk li Garê bi ruhê fedayî yê şervanên azadiyê hat têkbirin, divê bi heman ruhî ew li Şengalê jî were têkbirin û pêşî li peymana navbera Bexda-Hewlêr-Bexdayê bê girtin.

Em bang li tevahiya mirovahiyê jî dikin ku helwesta xwe li hemberî siyaset û êrişên Hewlêr-Bexda û Enqereyê yên li dijî civaka Êzîdî û Şengalê zelal bikin û vê civakê tenê nehêlin. Banga me bi taybetî jî ji bona Rêveberê Ruhanî yê cîhane mesîhî ji bona Papa Francis e.

Brêz Papa wek we di peyama xwe de bilêv kir û got; “Em neheqî û tawana ku li Êzidiyan bûyî li bîra xwe tînin. Êzidî qurbaniyên bêtawan ên terorê bûn, ji ber bîr û baweriyên xwe yên olî. Em dikarin ji bo nifşên xwe yên dahatûyê cîhaneke dademend raberî wan bikin. Ji ber ku Êzidî ne rastî çewisandin, kuştinê hatin û hebûn û masnameya wan kete bin metirsiya tinebûnê.

Brêz Papa peyamên we hêviya siberojek azad û aram bi vê civakê re çêkirin. Lê belê eger we ev peyam li Laleşa Nûranî û Şengal e birîndar bidaye, wê bi watetir bûye û ji çarçoveya peyamekê derbiketa û bibûye rastî. Brêz Papa wan hêzên ku bingeha serdana we ya Laleş û Şengalê amade nekirin û bûn asteng, heman hêz in ku di têkbirin û tinekirina vê civakê de bi biryar in. Hewlêr û Bexda Êzîdî û Şengal neparastin û di nav destê hovên DAÎŞ’ê de hiştin û bûn sedema Fermana 3’yê Tebaxa 2014‘an. Lê belê heman hêz bi awayekî bê êtîk, bê ehlaqî û gamarî, li ser qirkirina Êzidiyan ji xwe re siyasetê dikin û dixwazin li ser malxerakirina vê civakê rantê bidest bixin.

Em bang li brêz Papa Francis dikin û dibêjin hebûna civaka Êzîdî û Êzdayetiyê di qebûlkirina îradeya Şengaliyan de derbas dibe. Eger hûn bixwazin ku ev civak li ser axa xwe azad bijî û neyê tinekirin, divê demildest peymana 9‘ê Cotmehê bê betalkirin û li gora berjewendiyên civaka Êzîdî û Şengaliyan bê nûkirin.

Her weha em bang li keça Êzîdî Nadya Mûrad jî dikin, ku bi erk û berpisyariya xwe rabe û bibe dengê Şengal, Êzdîxan û li deskeftiyên ku bi xwîna hezaran cangorî û qurbanî hatine bidestxistin xwedî derkeve.

Em di dawiyê de careke din bang li tevahiya civaka Êzîdî, Kurdistanî, kesên humanîst û demokrat dikin ku li Şengalê xwedî derkevin. Bi taybetî jî tevlî meş û mitînga ku sibe li bajarê Elmanya Cellê tê lidarxstin bibin. Bi vê yekê carekedin bibin pişt û qîrên ji Şengalê re.

Cihê çalakiyê: Großer Plan Celle

Roj: 11.03.2021

Saet: 14:00”