Konvoya NA, tevî êrîşa polîsan jî bi gel re civiya
Li Wanê tevî êrîşa polîsan, konvoya HDP'ê û DBP'ê ya ku ji hezaran kesî pêktê, fînala xebatên referandûmê kir.
Li Wanê tevî êrîşa polîsan, konvoya HDP'ê û DBP'ê ya ku ji hezaran kesî pêktê, fînala xebatên referandûmê kir.
Li Wanê dibin pêşnegtiya HDP-DBP'ê de li taxa Şerefiye yê bi hezaran wesayîtan gel kombûn, pankartên NA rakirin û li derdora bajêr geriyan. Beriya HDP-DBP'ê, AKP'yiyên ku dixwestin li derdora bajêr bigerin gel bertek nîşandabûn. Li gelek cihan gel nerazîbûn nîşanî AKP'yiyan dabû, li ser vê AKP’iyan dawî li gera xwe ya li dorî bajêr anîbû. Li her cihî eleqeyek mezin nîşanî Konvoya NA hate kirin. Konvoya ku bi hezaran wesayît tevlîbûyîn, ji aliyê gel ve bi sembola serketinê, tilîlî û çepikan ve hatin pêşwazîkirin.
Konvoya wesayitan dema ketina Cadeya Komarê, ciwanên ku sembola berxwedanê nîşandan, polîsan êrîşî wan kirin. Bi êrîşa polîsan re ciwanek birîndar bû û 2 ciwan jî hatin binçavkirin.