Konseya Referandûmê: Garantî nîne wê referandûm di demê xwe de bê kirin

Konseya Bilind a Referandûmê ku ji bo referandûmê gotûbêj bikin di bin serokatiya Barzanî de li hev civiyan ev got: “Ji ber ku alternatîfek bi hêz nehate pêşkêşkirin, wê referandûm di demê xwe de bê kirin.”

Ji bo referandûma ku tê plankirin di 25’ê Îlonê de li Başûrê Kurdistanê bê lidarxistin hevdîtinê pêk bînin, li navçeya Pîrman a Hewlêrê di bin serokatiya Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî de Konseya Bilind a Referandûmê ya kom bûn, ev tişt got: “Ji ber ku alternatîfek bi hêz nehate pêşkêşkirin, wê referandûm di demê xwe de bê kirin.”

Di civîna li ser nixandin û bertekên li dijî referandûma 25’ê Îlonê û derdorên cuda hate lidarxistin ev tişt hate gotin “ Garantiyek baş têkildarî referandûmê neyê pêşkêşkirin, wê refarandûm di demê xwe de bê pêkanîn.”

Piştî civînê di daxuyaniya hate dayîn de ev tişt derketin pêş:

  1. Demek pir kêm maye ji referandûmê re û ji ber ku alternatîfek bi hêz nehatiye pêşkêşkirin, heta ku alternatîfek bi hêz têkildarî serxwebûna Kurdistanê neyê kirin, wê referandûm di demê xwe de bê kirin.
  2. Wê deriyê diyalogê bi Bexdayê re vekirî be.
  3. Biryar hate girtin ku wê heyeteke ya muzakereyan ji Herêma Kurdistanê 23’yê Îlonê biçin Bexdanyê û têkildarî rewşa dawî agahiyan bigire.
  4. Biryar hate girtin ku li hemberî mafê yekbûyî yê ku ji aliyê Sekreteriya Meclîsa Bilind ve hatî amadekirin 2 proje û perspektîfên dewleta Kurd a serbixwe wê ji beriya 25’ê Îlonê bê diyarkirin.

Li aliyê di daxuyaniya ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind ve hate dayîn de, ji bo referandûma ku wê 25’ê Îlonê bê lidarxistin pêvajoya propagandakirinê 22’yê Îlonê saet 24:00 û şûnde bi dawî dibe.