Konsepta şer wê têk biçe

Hevserokên HDP û DBP'ê yên Wanê gotin, gelê Wanê bi biryar û zelal e û destnîşan kirin ku konsepta şer a ku bi 'Plana Têkbirinê' dest pê kir, wê 24'ê Hezîranê hilweşe.

Rêxistinên HDP û DBP ên Wanê, ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê xwe bi biryardarî amade dikin. HDP plan dike ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de temamiya 8 wekîlên li Wanê bi dest bixe.

HDP'ê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de 85.82 ji sedî û di hilbijartina 1'ê Mijdarê de jî li gel terora dewletê 65 ji sedî yê dengan bi dest xistibû. Di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de namzetên HDP'ê yên Wanê; Hevserokê Giştî Sezaî Temelî, Bedîa Ozgokçe Ertan, Mûrat Sarsaç, Mûazzez Orhan, Tayîp Temel, Cengîz Çîçek, Mûkaddes Karakoç û Asûman Yelmazer in. HDP dixwaze ji 7'ê Hezîranê jî bêhtir dengan bi dest bixe.

Rêxistina HDP'ê ya Wanê heta niha 27 buroyên hilbijartinê vekir û xwe amade dike ku 10 buroyên din ên hilbijartinê veke.

KARABÛLAK: ARMANCA ME 8 JI 8'AN E

Hevseroka HDP'ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak işaret bi moral û motîvasyona li nava gel kir û diyar kir ku ev yek wê tesîrê li dengdana 24'ê Hezîranê bike. Karabûlak got, "Ji roja ku biryara hilbijartina ferzkirî hatiye girtin û vir ve em ji bo hilbijartinê dixebitin. Me komîsyon ava kir û karê xwe yê rêxistinbûnê temam kir. Gelê me li her cihî me bi xurtî pêşwazî dike. Gelê me ji ber polîtîkayên salên dawî gelekî aciz e û li bendê ye ku di dengdanê de bersivê bide. Sekna gelê Wanê her tim zelal e û ji niha û pê ve jî wê bi vî rengî be. Armanca me ew e ku temamiya 8 wekîlên li Wanê bi dest bixin."

TARHAN: XWE XAPANDIN, EM AMADE NE

Hevseroka DBP'ê ya Wanê Aynûr Tarhan jî bi bîr xist ku koalîsyona AKP-MHP'ê ya ku nema dikare welêt bi rê ve bibe, ji bo HDP'ê bi rengekî ne amade zevt bike ji nişka ve biryara hilbijartinê dan û got, "Lê belê xwe xapandin. Ji ku weke gelê Kurd bi rêk û pêk zilm li me tê kirin, em ji her tiştî re amade ne."

Tarhan destnîşan kir ku coş û morala gelê Wanê ku bi rengekî bê navber têdikoşe, bandorê li wan dike û wiha dewam kir: "Gelê me wê 24'ê Hezîranê biçe ser sindoqan û konsepta şer têk bibe. Gelê me wê bi dengê xwe bersivê bide biryarnameyan, qeyûman û hemû polîtîkayên dijber. Em li navçeya xwe ya navendî û navçeyên derve karekî berfireh dikin. Di meha Remezanê de jî ev karê me didome. Gelê me xwedî li partiya me derket. Ev yek ji bo me gelekî girîng e. Gelê Wanê ku heta niha timî xwedî li îradeya xwe derket, wê bi du qatan zêdetir xwedî li îradeya xwe derkeve. Yên ku bi 'Plana Têkbirinê' êrîşî gelê me kirin, wê 24'ê Hezîranê têk biçin."