Kongreya HDP'ê ya Amedê: Wê ti carî nikaribin bi me!

Rêxistina HDP'ê ya Amedê kongreya xwe ya asayî ya sêyemîn civand. Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan tevlî kongreyê bû û got, "Wê ti carî nikaribin bi me."

Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Amedê kongreya xwe ya asayî ya sêyemîn bi dirûşma "Bi hêza xwe ya rêxistinî em tecrîdê bişikînin, jiyana azad demokratîk ava bikin" pêk tîne. Kongre li saloneke li navçeya Peyasê ya Amedê tê lidarxistin.

Li salona kongreyê pankartên bi nivîsa "Hevserokatî xeta me ya sor e", "Bi ruhê ciwantiya şoreşger em tecrîdê parçe dikin", "Na ji tecrîdê re, azadî ji zindaniyan re", "Li dijî budçeya qesrê, şer, alîgiriyê em budçeya gel diparêzin" û wêneyên Denîz Poyraz a HDP'î ya li Îzmîrê hate qetilkirin, hatin daliqandin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, aktîvîstên Tevgera Jinê ya Azad (TJA), Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, nûnerên partiyên Kurdistanî, Federasyona Komeelyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), CHP, Partiya DEVA û Partiya Gelecek, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Platforma Zimanê Kurdî, Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya bi Malbatên Hikumxwar û Girtiyan re ya Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Eşîra Badikanê re (BAD-DER), Komeleya Lêkolîn û Şopandina Koçê ya Mezopotamyayê tevlî kongreyê bûn.

BÛLDAN: AMEDÊ TI CARÎ DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDA

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li kongreyê axivî û got, "Amedê sêdar dît, êşkencexane dît, lê belê gelê Amedê ti carî dest ji rûmeta xwe, îradeya xwe, nasnameya xwe û têkoşîna xwe berneda. Îradeya xwe ti carî teslîmî kesî nekir."

Bûldan destnîşan kir ku HDP hêza xwe ya li dijî zext û astengiyan ji gelê Amedê werdigire û got, "Xwedî têkoşîneke aştiyê ya dîrokî ye ku Tirkiye û Rojhilata Navîn dikare ronî bike. Ev têkoşîn bi salan e ji aliyê gelê Kurd ve bi ked û berdêlên giran tê meşandin. Têkoşîna jin û ciwanan kes nikare înkar bike."

'ME REH BERDA, EM HENE, EM Ê HER HEBIN'

Bûldan got, "Me reh berdane vê xakê, em hene, em ê her hebin" û wiha dewam kir, "Hêza kesî ti carî têrê nake ku me ji vê xakê rake û wê ti carî jî têrê neke. Hêza kesî wê nikaribe vê yekê biguherîne."

Bûldan destnîşan kir ku bi deklarasyona 27'ê Îlonê re wan rêyek rizgariyê ji vê rewşa riziyayî nîşan dane û got, "Ji bo destpêkirina vê serdema nû em tifaqa demokrasiyê ji Amedê heta Tekîrdagê ji Derya Reş heta Derya Spî mezin bikin. Ev deklarasyon rêya rizgariyê pêşkêşî gelên Tirkiyeyê dike."

'WÊ TI CARÎ NIKARIBIN BI ME'

Bûldan bal kişand ser zext û zordariya mîna 'Doza Kobanê' û got, "Ji wan heye ku dikarin bi ser bikevin. Lê wê ti carî nikaribin bi me, wê ti carî nikaribin partiya me bigirin. Gelê me wê bi serbilindî timî li ber wan rabe."

Piştî Bûldan Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, Alîkarê Hevserokên ESP'ê Beycan Taşkiran, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek û Hevserokê KCD'ê Berdan Oztur axivîn.