Kongreya ciwanan bi dawî bû

Kongreya Asayî ya 2’emîn a Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi şîara ‘Xwe birêxistin bike, azad bibe û mêtingeriyê parçe bike’ li Amedê li dar xist, îro bi govendê bi dawî bû.

Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi şîara ‘Xwe birêxistin bike, azad bibe û mêtingeriyê parçe bike’ li Eywana Kongre û Konferansê ya Geterler a li Amedê Kongreya Asayî ya 2’emîn li dar xist.

‘BERXWEDANA CIWANAN EW Ê TECRÎDÊ BIŞKÎNE’

Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan peyam ji kongreyê re şandin. Di peyamê wan de ev tişt hatin diyarkirin: “Di vê pêvajoya dijwar de, pêkanîna kongreyê cesaretekî mezin e. Em hêvîdar in ev kongre ji bo ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê bibe destpêka pêvajoyeke nû. Em hêvîdar in ku ev berxwedan û têkoşîn ew ê tecrîda li ser rêzdar Ocalan bişkîne.”

BALKIŞANDINA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK

Înîsîyatîfa Ciwanan a Rojhilata Navîn jî peyamek ji kongreyê re şand. Di peyamê de ev tişt hatin diyarkirin: “Em Kongreya Meclîsa Ciwanên HDP’ê pîroz dikin. Di vê pêvajoyê de li Rojhilata Navîn krîzeke mezin heye û di vê krîzê de lidarxistina kongreya ciwanan gelekî girîng e. Ciwan li ser bingeha Modernîteya Demokratîk xwe birêxistin dikin û hewl didin van krîzan çareser bikin. Em dizanin ku rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandoreke mezin e. Em careke din ciwanan pîroz dikin û hêvîdar in ku kongre ew ê bi ser bikeve.”

Piştî xwendina peyaman ji bo Desteya Rêveberiyê Buşra Kûyûn, Narîn Donmez, Ûmît Akbiyik, Ramazan Toktaşer, Şevîn Saribûlak, Sevîm Akdag, Sûltan Taş, Cengîz Fîdan, Nûrûllah Ozgun, Esra Keskîn û Ridvan Ozturk hatin hilbijartin. Desteya Rêvebir ew ê piştî civîna xwe Hevberdevkên xwe hilbijêre.

Kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi govendan bi dawî bû.