Kongreya 3’an a PADÊ bi hilbijartina endamên nû dawî bû

Kongreya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) a 3’emîn ku bi beşdarbûna 150 delegeyan destpê kiribû, di saetên êvarê de bi dawî bû. Di dawiya kongreyê de endamên nû yên PADÊ’ê sond xwarin .

Di saetên sibehê de  Kongreya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) a 3’emîn li komelgeha Digurê ya Şengalê bi tevilbûna 150 delegeyan bi dirûşmeya, “Bi ruhê bidawîkirina fermanan em ê rêxistina xwe xurt bikin” destpê kiribû.

Kongre ji bo şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi hilbijartina dîwanê dom kir. Li gorî rêziknameya partiyê, pêwîst bû ku 300 delege tevlî kongreyê bibin, lê li ser hişyariya komisyona hilbijartinê ya Iraqê, ji ber şertên virûsa Koronayê tenê 150 delege tevlî bûn.

Di kongirê de rapora xebatê ya 2 salan a PADÊ hat xwendin û nirxandin li ser hate kirin.

Piştî raporê peyamên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ,Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Niştimanî Kurdistan hatin xwendin.

Di peyaman de kongre li civaka Êzidî û gelê Şengalê hate pîrozkirin. Her wiha bal kişand ser dema hesas ku Şengalê têre derbas dibe û hat diyarkirin ku lidarxistina vê kongirê hemû  gotinên dijmin ku dibêjin Şengal ne bi eweleya vala tên derxstin. Di peyaman de serkeftin ji bo PADÊ hate xwestin.

Di kongreyê de xal bi xal  hemû bendên rêziknameya partiyê ji aliyê delegeyan ve hatin erêkirin.

Di kongreyê de endamên meclîsa partiyê ji aliyê delegeyan ve hatin hilbijartin û herî dawî endamên hatine hilbijartin li gorî baweriya Êzdayetiyê sond xwarin.

Serok û cigirên serokê partiyê di yekemîn civîna piştî kongreyê de ku tê payîn di rojên pêş de were lidarxistin, wê werin hilbijartin.