KONGRA GEL rizgarkirina Reqayê pîroz kir

KONGRA GEL rizgarkirina Reqayê pîroz kir û got, "Avakirina sîstemeke li dora neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk, wê di çareseriya kaosê de bibe modelek."

Dîwana Serokatiyê ya KONGRA GEL, li ser rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Azadiya Reqayê ku navenda DAIŞ'ê bû, li gelên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê pîroz be. Azadiya Reqayê, di avakirina Sûriyeya demokratîk de mîladek e. Hilweşandina navenda psîkolojîk, siyasî û leşkerî ya DAIŞ'ê, ku êşên gelekî giran bi gelên Rojhilata Navîn bi taybetî gelê Kurd kişand, ji bo tevahiya herêmê wê rê li ber pêşketinên girîng veke.

Em hemû şervanên azadiyê yên di serketina Reqayê de cih girtine pîroz dikin, ji dil ve silav dikin û hemû şehîdên di serketina vê cenga mezin de cih girtine bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Şehîdên me nirxên me yên bingehîn e ku gelên me li dora çarenûsa hevpar li hev dicivîne û bi hişmendiya neteweya demokratîk yekîtiyê pêk tîne. Wê di paşeroja azad a gelên me de her hebin.

'RÊBERÊ ÇARESERIYÊ; PARADÎGMAYA RÊBER APO'

Bi konfederalîzma demokratîk û neteweya demokratîk re, ku yekane temînata paşeroja azad a gelan e, li Reqayê gelan destketiyeke mezin bi dest ve anîne. Di vê demê de, baştir hate dîtin ku hêzên bi zîhniyeta netewe dewletê çareseriyê dixwaze, di ser Kerkûkê re li nava gelan rê li ber krîz û kaoseke çawa vekirine ku ev yek ji bo gelê me jî çareseriyeke mayinde nîne.

Lewma, li ser bingeha paradîgmaya Rêber Apo, Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê û proejya Sûriyeya Demokratîk ku hêzên QSD'ê pêşengiyê jê re dikin, rêberê çareseriya pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên herêmê ye.

Li ser vê bingehê, bi pêşengiya meclîsa gel a ji vîna hemû gelê Reqayê, ji nû ve avakirina bi hemû dewlemendî û pirrengiya civakê re, avakirina sîstemekê li dora neteweya demokratîk Û konfederalîzma demokratîk, wê ji bo çareseriya kaosa li Sûriyeyê roleke model bilîze.

Em hemû şervanên azadiyê yên di serketina Reqayê de cih girtine careke din bi rêzdarî silav dikin, şehîdên xwe bi minetdarî bi bîr tînin û serkatin Reqayê ku di paşeroja azad a gelên me de gaveke girîng e, li hemû gelên me pîroz dikin."