KONGRA-GEL peyama '4’ê Nîsanê' da

KONGRA-GEL rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ji bo 4’ê Nîsanê bang li her kesî kir ku biçin Amarayê.

Dîwana Hevseroktiyê ya KONGRA-GEL ji ber rojbûna 69’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî da.

‘AZADIYA WÎ SEDEMA HERÎ SEREKE YA JIYANA ME YE’

Peyama KONGRA-GEL wiha ye:

‘’Em rojbûna 69’an a Rêber Apo bi hezkirin, hurmet û dilsoziyeke zêde pîroz dikin. Rojbûna Rêber Apo, ku rojbûna Kurdê azad û mirovahiya azad e, em li gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn ku bi felsefeya wî rabûna ser piyan, di serî de li jinan, li hemû mirovahiya pêşverû ku têkoşîna azadî û demokrasiye didin û li hemû hevrêyên xwe pîroz dikin.

Ji ber ku Rêber Apo rojbûna 69’an di nav şertên dîlgirtî de dijî, me hevrêyên wî pir diêşîne û ev sedema rexnedayina me ye. Em hevreyên ku ji vê rewşê berpirs, azadiya Rêber Apo ji xwe re sedema sereke ya jiyana xwe dibinin.

‘PÊDIVIYA GELAN BI RÊBER APO HEYE’

Ji bo azadiya Kurdistanê û demokrasiya Tirkiyê û Rojhilata Navîn bi lezgînî pêdiviya gelên me bi Rêber Apo heye. Ji bo vê jî li hemû qadan divê em têkoşîna geş bikin û sala 2018’An bikin sala hilweşîna Erdogan û faşîzma dewleta Tirk. Li ser vê zemînê, bi hedefa ku em 2018’an bikin sala ku tecrîda li ser Rêbertî hatiye şikandin û bikin adrêsa çareseriyê ya ku hemû arîşê lê çareser dibin, ji bo vê jî divê em li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê têkoşînê geş û gur bikin. Em gel û tevger wiha dikarin rexnedayina xwe bidin Rêber Apo.

‘DIVE HER KES BIÇE AMARA’

Gelê me mesaja xurt ku li Bakurê Kurdistanê bi tevlêbûna bêhempa ya li Newozê, divê di rojbûna Rêber Apo, 4’ê Nîsanê de jî bidomîne. Ji bo kombûna li Rêber Apo û gihaştina wî divê 4’ê Nîsanê her biçe biherika ber bi Amarayê ve.

Em bang li hemû kesî dikin ku azadiyê û demokrasiye dixwazin û li dijî faşîzmê ne;

Ji bo ku em nîşan bidin ku polîtîkayên ku dixwazin gelê me, Tevgera me û Rêbertiya me qut bikin çawa ti encam jê derneketiye, em 4’ê Nîsanê, li Amarayê bi Rêbertî re werin cem hev. Gelê me, mesaja azadiyê ya ku di Newrozê de geş kirî, 4’ê Nîsanê dive zêdetir geş bike, 2018’an em mizginiya serfiraziyê bidin. Em bang li hevrêyên Rojê dikin ku li Amarayê werin cem hev.’’