KONGRA-GEL ji bo çalakiyên 9'ê Cotmehê banga tevlîbûnê kir

KONGRA-GEL bi wesîleya 9’ê Cotmehê salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga tevlîbûnê li her kesî kir.

Di daxuyaniya Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL de hate gotin, "Di salvegera 25’emîn a komploya 9'ê Cotmehê de, divê her kes bi rengekî girseyî tevlî çalakiyên ji bo şermezarkirina komplogeran bên lidarxistin bibin û dengê xwe bidin bihîstin"û hat destnîşankirin ku divê hemû cîhan hêrsa mezin a gelê Kurd û dostên wan bibîne û dengê wan bibihîze.

Di daxuyaniyê de bang li hemû gelê Kurdistanê hat kirin ku neteweya demokratîk li gorî pîvanên wê ava bikin û hat gotin, “Em bi jiyanîkirina paradîgmaya azadiyê, bersiva Rêber Apo û gerîla bidin. Ger em ji bo hevdîtina bi Rêbertî re di nava şert û mercên azad ên fîzîkî de bi kelecan bixebitin û bijîn, teqez em ê bi ser bikevin. Ji bo ev yek bibe, bes e ku mirov bawer bike û biryar bide."

Daxuyaniya KONGRA-GEL wiha ye:

"Di 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de em Rêber Apo ku bi îradeyeke ku di dîrokê de mînakê wê nîne li dijî pergala qirkirina Îmraliyê li ber xwe da, bi hezkirin û rêzdarî silav dikin.

Em hemû şehîdên çalakiyên "Hûn nikarin roja me tarî bikin" ku li dijî komploya navneteweyî ya ku armanc dike îradeya gelê me ya azadiyê tine bike, têkoşîneke dildar a bêhempa daniye holê, bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku xeyalên wan li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.

HÊZÊN SERDEST ÊN MODERNÎTEYÊ PLANGÊR Û PÊKANÎNERÊ QIRKIRINA KURDAN IN

Em hemû komplogerên ku ev komplo plan kirine û pêk anîne bi hêrs şermezar dikin. Hêzên sereke yên ku qirkirina Kurd plan kirin û pêk anîn, hêzên serdest ên modernîteyê ne, ku her cure destekê didin dewleta Tirk a ku li ser gelê me polîtîkayên qirkirinê dimeşîne.

Hêzên navneteweyî yên ku gelê Kurd bê statû hiştin û bi Peymana Lozanê ew xistin nava qirkirinê, her wiha destek dan polîtîkayên qirkirina Kurdan ên dewleta Tirk. Ji ber vê sedemê rasterast ji trajediya mirovî ya ku gelê Kurd dijî berpirsyar in.

Rêber Apo, gelê Kurd ê ku bi polîtîkayên qirkirina siyasî-leşkerî û çandî yên dewleta Tirk ber bi tinebûnê ve birin, bi rêxistin kir û ji qeraxê rizgar kir. Rêbertî gelê Kurd ji xefika qirkirinê ya ku bi Peymana Lozanê hatibû avakirin rizgar kir, gelê Kurd veguherand gelê hişmend û ji bo azadiya xwe her cure fedakariyê dike. Û ji ber vê yekê bû hedefa hêzên komploger ên navneteweyî.

Li gorî plana komplogeran wê Kurd bi şerê Kurd-Tirk bihatana şikandin û statuya Lozanê ya ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatibû avakirin bihata parastin û dewleta Tirk a ku di şerê Kurdan de wê demeke gelekî zehmet bikişanda û bêhtir bi wan ve girêdayî bûya, di siyaseta herêmî de wê weke amûreke bihata bikaranîn.

KOMPLO VALA HAT DERXISTIN

Rêber Apo di parastina xwe de got, "Komploya navneteweyî çavên min li modernîteyê vekir." Bi berxwedana Îmraliyê û bi “paradîgmaya civaka ekolojîk û demokratîk a li ser bingeha azadiya jinê” pêşkêş kir, planên qirkirinê yên hêzên komploger ên bi armanca tinekirina xeyalên azadiyê ya gelên Kurdistanê, vala derxist.

Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ku dihat xwestin ku were tepisandin, tinekirin an jî bi wan ve were girêdan, bi paradîgmaya nû ya Rêber Apo ve guhertinek mezin dît û destkeftiyek xurt çêkir. Di serî de ji aliyê şoreşa Rojava û piştre jî ji aliyê nasnameyên civakî yên li cîhanê li azadiyê digerin, weke manîfestoya jiyana azad hate pêşwazîkirin. Li hemû cîhanê “Jin, Jiyan, Azadî” ji bo hemû nasnameyên civakî bi taybet jinan bû hêvî.

Ji ber vê yekê, ji bo tolê ji Rêber Apo hilînin, li Îmraliyê sîstemeke ku tu hiqûqa neteweyî û navneteweyî tê de derbas nebû, ava kirin. Bi temamî bi cezayên disîplînê yên kêfî û domdar ji hemû mafên xwe yên hiqûqî, bi taybetî jî hevdîtinên malbat û parêzeran bêpar ma. Biryarên CPT û AÎHM’ê yên der barê Rêber Apo de jî ji ber sedemên siyasî ji aliyê Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê ve nayên pêk anîn.

SIYASETA ÇEWISANDINÊ ENCAM NEGIRT

Siyaseta qirkirina Kurdan a ku dewleta Tirk di çarçoveya “terorê” de dimeşîne, plana hêzên modernîteya kapîtalîst e û bi piştgiriya wan tê meşandin. Ji ber vê yekê li hemberî bêhiqûqiyên li Îmraliyê pêk tên bêdeng in. Li hemberî hemû êrîşên li dijî nirxên siyasî, civakî, çandî û dîrokî yên gelê Kurd bêdeng in. Yanî şirîkê sûcê ku hatiye kirin in. Dewleta Tirk a mêtinger a qirker, bi cesareta ku ji vê bêdengiyê digire, di polîtîkayên xwe yên înkar û îmhaya Kurdan de israr dike.

Tevî polîtîkayên şer ên topyekûn jî, polîtîkaya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ya 8 salên dawî ya çewsandina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê encam negirt. Hem berxwedana Îmraliyê ya dîrokî û hem jî berxwedana gerîla xeyalên desthilatdariya faşîst pûç kir. Tirkiye ji ber vî şerî ketiye nava krîzeke mezin û li ser rêya têk çûnê ye. Ji bo vê jî çawa ku mirovekî xeniqî wek çareya dawîn mar hembêz dike, dewleta Tirk jî bi hevkariya Barzaniyan li rêya derketina ji vê rûxandinê digere.

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ RADESTÎ DEWLETA TIRK HATE KIRIN

Di bin berpirsyariya malbata Barzanî de xelkê Başûrê Kurdistanê cara duyemîn e bi pêvajoya 'aş betal' re rû bi rû ye. Başûrê Kurdistanê ji aliyê siyasî, leşkerî û aborî ve radestî dewleta Tirk a mêtinger qirker hatiye kirin. Şerê ku di vê pêvajoyê de bi artêşa Tirk re li dijî gerîla tê meşandin, asta herî bilind a xiyanetê ye. Ev şer wê paşeroja hemû parçeyên Kurdistanê diyar bike, lewma divê her kes helwestê nîşan bide. Ya wê li hemberî dewleta Tirk a dijminê herî mezin ê gelê Kurd e helwest bê nîşandan, ya jî wê xwe bide aliyê xiyaneta noker a bi dewleta Tirk a mêtinger re. Di vê pêvajoyê de bêdengî tê wateya hevkariya bi xiyanet û mêtingeriyê re.

Çarenûsa ku malbata Barzanî bi faşîzma dewleta Tirk re kiriye yek, nîşan dide ku wê hilweşîna wan jî bi hev re be. Di bin berpirsyariya vê malbatê de xiyanet li hemû parçeyên Kurdistanê hate kirin, windahiyên mezin hatin dayin û êşên giran hatin kişandin. Êdî dawiya dawî ye. Bi hilweşîna rejîma faşîst mêtinger qirker re wê siyaseta PDK'ê ya xiyanetê ku kansera Kurdan e têk biçe. Karakterê siyasî yê pêvajoya heyî bi vî rengî ye. Gelê me yê welatparêz divê bi vê rastiyê zanibe, li gorî vê tevbigere û bi ruhê seferberiyê tevlî pêvajoyê bibe.

RÊBER APO 25 SAL IN DI NAVA SÎSTEMA QIRKIRINÊ DE YE

Di nava 31 mehên dawî de bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nikare bê wergirtin. 25 sal in di nava sîstema qirkirinê de ye. Rîsk di asta herî bilind de ye. Sedema dewamkirina 25 salan a esareta Îmraliyê sekna me ya 'hevrêtiya kêm' e. Yekane rêya me ya rexnedayinê wê bibe sekna me ya berê xwe li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

Bi vê seknê li gorî hemû aliyên neteweya demokratîk em avakirina civakî li her qadê bi xurtî pêk bînin. Bi pêkanîna paradîgmaya azadiyê em bersivê bidin Rêber Apo û gerîla. Bi kelecana di nava şert û mercên azad de xwegihandina Rêbertî eger em bixebitin û bijîn, hingî em ê teqez bi ser bikevin. Bawerî û biryardariya li ser vê yekê têrê dike.

Di salvegera 25'an a komploya 9'ê Cotmehê de ji bo şermezarkirina komplogeran li her deverê divê her kes bi derdora xwe tevlî çalakiyan bibin. Divê cîhan hemû hêrsa gelê Kurd û dostên wan bibîne û dengê wan bibihîse."