KONGRA-GEL: Erdogan her ku tengav dibe êrîş dike; divê Kurd serî hildin

KONGRA-GEL êrîşên li ser Rojava û Şengalê şermezar kir û diyar kir ku Erdogan tengav bûye û ji ber vê jî êrîş dike. KONGRA-GEL bang li gelê Kurd kir ku bila serî hildin û gazî hêzên Koalîsyonê yên Navneteweyî jî kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL’ê îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku:

“Em bi tundî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê şermezar dikin. Ev êrîş wê nikaribe vîna gelê me yê azadîxwaz bişkîne. Em ji malbata kesên ku jiyana xwe ji dest dane û ji gelê xwe re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin.

Sedema yekemîn a êrîşên Erdogan ên li ser Şengal û Rojavayê dijminatiya wî ya li deskeftiyên Kurdan e. Sedema duyemîn jî ev e ku, muxalefeta civakî ya li hemberî wî ya ji ber diziya di referandûmê de derbas bike û rojevê biguherîne û bi vî awayî hêviya xwe ji şer dike. Sedema sêyemîn jî ev e ku, çeteyên DAIŞ’ê yên ku li hemberî QSD’ê têk çûne piçekî karibin bi ser xwe ve werin. Ji ber van sedeman wê êrîşên wan berfirehtir bibin û wê bidomin. Ev konsepta şerekî nû yê berfireh e.

‘ERDOGAN DITIRSE, DOR LÊ TENG DIBE’

Ji ber ku Erdogan piştî referandûmê li Tirkiyeyê asêbûn û tengbûnekê dijî. Ligel vî tiştî li jêr giraniya çalakiyên gerîllayan e yên ku roj bi roj zêdetir dibin. Erdogan ji bo ku karibe vê rewşê veşêre û bala civakê ji hev belav bike, êrîşî vîna azadiyê ya gelê Kurd dike.
Ji ber ku vîna gelê Kurd, wek di ya gelên Sûriyeyê de di ya bilindkirian têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê jî roleke xwe ya sereke heye. Erdogan ji vî tiştî ditirse. Lê tirs nabe dermanê qederê. Her ku Erdogan faşîzmê li ser gelê me ferz bike wê bêtir tenê bimîne û wê desthilatdariya wî ya qesrê jî têk biçe û hilweşe.

‘DIVÊ PROTESTO ZÊDETIR BIBIN’

Protestoyên eniya “NA”yê yên li Tirkiyeyê divê zêdetir bibin û li hemû bajaran belav bibin. Erdogan dixwaze desthilatdariya xwe li ser şer bidomîne. Ji ber vê jî divê eniya “NA”yê li hemberî vî şerê Erdogan derkeve. Bi dijîbûna êrîşên li ser Şengal, Rojava û Qendîlê, desthilatdariya heramxuran dikare hilweşe.

‘DIVÊ HEMÛ GELÊ ME SERÎ HILDIN’

Em bang li gelê xwe dikin; Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Şengal û Rojavayê didomîne bi awayê ku Qendîl û Şehbayê jî bide ber xwe. Ji ber vê jî divê gelê me li hemû cîhanê serî hildin, faşîzma Erdogan û dewleta Tirk bi awayekî tund protesto bikin û heta ku encamê werbigirin divê çalakiyên xwe bidomînin. Li hemberî Erdogan ê ku bi awayekî eşkere pişta DAIŞ’ê digire, divê em rayeke giştî ava pêkutiyê ava bikin. Şertên vêya ji her demê zêdetir, a niha hene.

BANGEWAZÎ JI BO HÊZÊN NAVNETEWEYÎ

Em bang li hêzên Koalîsyona Navneteweyî dikin; bêdengiya li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengal û Rojavayê nayê qebûlkirin. Polîtîkaya toleransê ya ji bo Dewleta Tirk, têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê jî ditengijîne û dibe ku bibe sedema aloziyeke mezin jî, û ji aliyê din ve jî dibe sedem ku temenê faşîzma Erdogan zêde bibe û gelê me zêde êşê bikişîne. Ji ber vê jî, li hemberî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk, parastina gelên herêmê bûye pêdiviyeke jêneger. Ji bo vê jî divê qadên Şengal û Sûriyeya Bakur ji firîn û gerîna balefiran re were qedexekirin.”